Trump: Ehmed Şer bi dilsozî kar dike

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Ehmed Şer Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji pêşhatên li Sûriyeyê raziye û got, "Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi dilsozî kar dike."

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê û rewşa dawî ya Sûriyeyê peyamek belav kir.

Trump got, “Amerîka ji wan encamên ku bi keda zêde û rijdiyê li Sûriyeyê hatine bidestxistin gelekî raziye.

Em dê hemû derfetên xwe bi kar bînin da ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo avakirina welatekî rastîn û avedan, li ser armancên xwe yên sereke berdewam be.”

Donald Trump li ser pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê jî got, "Gelekî girîng e ku Îsraîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyeyê re biparêze û tiştek neqewime ku bibe asteng li pêşiya guherîna Sûriyeyê bo dewleteke avedan."

Peyama Serokê Amerîkayê wisa ye:

"Amerîka ji wan encamên ku li Sûriyeyê hatine bidestxistin gelekî razî ye. Ev encam bi keda zêde û rijdiyê hatine bidestxistin.

Min dawî li sizayên gelekî bihêz û tund ên li ser Sûriyeyê anî û ev yek bû yek ji wan tiştên ku gelekî alîkarî da.

Baweriya min ew e ku Sûriye, serkirdayetî û gelê wê ev pêngav bi rastî teqdîr kirin!

Gelekî girîng e ku Îsraîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyeyê re biparêze.

Her wiha divê tiştek neqewime ku bibe asteng li pêşiya guherîna Sûriyeyê û veguherîna wê ya ji bo dewleteke avedan.

Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi dilsozî kar dike da ku piştrast bibe tiştên baş diqewimin. Ehmed Şer dixwaze hem Sûriye û hem jî Îsraîl bi hev re bibin xwediyê pêwendiyeke demdirêj û bipêşketî.

Ev derfeteke dîrokî ye. Ev pêngav li ser wê serkeftinê zêde dibe ku pêşwext ji bo aştiya li Rojhilata Navîn hatiye kirin!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst