Amerîka: Di demeke nêzîk de dê bi Îranê re gotûbêja nukleerî dest pê bike

02-05-2025
Nîşan Tammy Bruce Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Îran Rûsya
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ji Rûdawê re ragihand ku ew çaverê dikin ku di demeke nêzîk de gera çaremîn a gotûbêjên nukleerî bi Îranê re bikin.

Doh Wezareta Karên Derve ya Îranê û Wezareta Karên Derve ya Umanê ragihand ku ew civîna ku biryar bû şemiya bê li Romayê pêk bê hatiye bipaşxistin.

Tammy Bruceyê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde re got, "Beşdariya Amerîkayê di gera çaremîn a gotûbêjan de ligel Îranê qet nehatibû piştrastkirin."

Berdevkê got, diyarkirina dem û cihê gotûbêjan nayê pêşbînîkirin lê her wiha got: "Em çaverê dikin ku gereke din a gotûbêjan di demeke nêzîk de pêk were."

Tammy Bruceyê her wiha derbarê rewşa Sûriyeyê û tundûtîjiyên rojên sêşem û çarşemê yên di navbera hêzên ewlehiyê yên ser bi Hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên Durziyan jî de got:

"Em ji nêzîk ve çavdêriya wê herêmê dikin. Em ji wê rewşê haydar in, di nav wan de tundûtîjiya vê dawiyê ya li dijî xelkê Durziyan.

 Em ji hikûmeta demkî dixwazin ku ew kesên ku tundûtîjî kirine û ziyan gihandine sivîlan, rûbirûyê lêpirsînê bikin û ewlehiya hemû Sûriyeyiyan misoger bikin."

Deqa pirs û bersivên Diyar Kurde û Tammy Bruceyê wisa ye:

Rûdaw: Gelek spas Tammy, ka em ji Îranê dest pê bikin. Îro Wezîrê Karên Derve yê Umanê ragihand ku gera çaremîn a gotûbêjên ne rasterast hatine bipaşxistin. Ma tu dikarî piştrastî bikî ka gelo hatiye bipaşxistin an betal bûye? Pirsyara min a duyem, ti bersiveke ji bo tundûtîjiyên mezhebî li dijî Durziyên Sûriyeyê hene ku du roj in şer û pevçûnên xwînrij li nêzî Şamê dibin sedema kuştina zêdeyî 100 kesan?

Tammy Bruce: Ez dikarim li ser her du pirsyaran jî bipeyivim. Tiştê ku derbarê Îranê de dikarim bibêjim, ev e: Beşdariya Amerîkayê di gera çaremîn a gotûbêjan de ligel Îranê qet nehatibû piştrastkirin ku xelk bawer dikir roja şemiyê li Romayê tê pêkanîn. Tevî ku hin nûçe di wê derbarê de hebûn, dem û cih hîn nehatibûn piştrastkirin.

Dikarim bibêjim ev rewşeke nayê pêşbînîkirin e, dibe ku min hin tişt ji we re gotibe ku zelal nînin lê em çaverê dikin ku gereke din a gotûbêjan di demeke nêzîk de pêk were. Ev ew agahî ne ku dikarim ji we re bibêjim. Her wiha wek ku hûn dizanin, di paşerojê de dema ku gotûbêj bên kirin, em dê hûrgiliyên wan ji we re bibêjin.

 Li ser rewşa Sûriyeyê jî, wekî her dem, em ji nêzîk ve çavdêriya wê herêmê dikin. Em ji wê rewşê haydar in, di nav wan de tundûtîjiya vê dawiyê ya li dijî civaka Durziyan. Bêguman em çavdêriya wê dikin. Em daxwaz hikûmeta demkî dixwazin ku ew kesên ku tundûtîjî kirine û ziyan gihandine sivîlan, rûbirûyê lêpirsînê bikin û ewlehiya hemû Sûriyeyiyan misoger bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Donald Trump / Wêne: AFP

Trump: Yên ku leşkerên me kuştin dê berdêleke giran bidin

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku êrişkar endamekî tundrev ê hêzên ewlehiyê yên giştî ye lê Trump diparêze ku êrişkar ne girêdayî hikûmeta Şamê ye û ew DAIŞî ye