Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a bi navê Yara Xelîlê ku ji ber şer û dagirkeriyê ji bajarê xwe Efrînê koçber bûye, li Parîsa paytexta Fransayê serkeftineke akademîk a berbiçav tomar kir.
Yara Xelîlê di projeya xwe ya derçûnê ya masterê de li ser pirsgirêkeke gerdûnî rawestiya û bi pileya duyemîn hat xelatkirin û bi vê yekê bû çavkaniya şanaziyê ji bo gelê xwe.
Rêwîtiya ji Cindirêsê ber bi Parîsê ve
Yara Xelîl, ku bi eslê xwe ji bajarokê Cindirêsê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye sala 2017an neçar ma ku warê bav û kalên xwe bi cih bihêle û berê xwe bide Ewropayê.
Piştî rêwîtiyeke dijwar, ew li Fransayê bi cih bû û li wir, tevî zehmetiyên koçberiyê û fêrbûna zimanekî nû, wê biryar da ku xewn û xeyalên xwe yên akademîk bi cih bîne.
Wê xwe li koleja navdar a endezyariya avasaziyê ya Zanîngeha Parîsê tomar kir û bi ked û xebateke bê westan, di xwendina xwe de bi ser ket.
Di dawiyê de, wê bawernameya masterê bi pileya "pir baş" ango ji 20 pûanan 16 wergirt û di nava dehan xwendekarên hevrik de pileya duyemîn bi dest xist.
Projeyek li ser paşeroja mirovahiyê
Projeya derçûna Yara Xelîlê ne tenê xebateke teknîkî bû di heman demê de peyameke xurt a li dijî guherîna avhewayê û bandorên wê yên wêranker bû.
Wê di projeya xwe de li ser bajarekî Fransayê yê li beravên deryayê sekinî ku li gorî pêşbîniyên zanistî heta sala 2100î metirsiya binavbûnê li ser e.
Yara Xelîlê li ser projeya xwe ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
“Navê min Yara Xelîl e, ez ji Efrînê me. Îro projeya min a derçûna masterê di beşa avasaziyê de bû. Projeya min li ser bilindbûna asta avê bû.
Proje li ser bajarekî Fransayê ye ku tê pêşbînîkirina sala 2100î bin av bibe.
Bîrokeya projeya min li ser binavbûna vî bajarî ye.”
#VÎDEO - Yara Xelîla ji Efrînê bi projeya xwe ji Fransayê re bû hêvî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 2, 2025
Yara Xelîla ku ji ber şer û dagirkeriyê ji bajarê xwe koç kiriye, li Parîsa paytexta Fransayê serkeftineke akademîk tomar kir
Yara Xelîl:
🎙️ ❝Min dixwest projeya min li ser Efrînê be lê mixabin nebû❞… pic.twitter.com/iBneuvNuBw
Di projeya xwe de, wê pêşniyarên nûjen û çareseriyên avasaziyê yên biaqil pêşkêş kirin ku çawa mirov dikare bi vê gefa xwezayî re rûbirû bibe û bajarên ku lihevhatî bi avê re ne ava bike.
Ev yek jêhatîbûn û kûrahiya têgihiştina wê ya ji pirsgirêkên hemdem re nîşan dide.
Dil li Efrînê, hiş li cîhanê
Tevî serkeftina xwe ya li Fransayê, dilê Yarayê her li Efrînê ye.
Wê axaftina anî ziman ku xewn û xeyala wê ew bû ku projeya xwe ya masterê li ser jinûveavakirina bajarê xwe, Efrînê, amade bike.
Lê belê, ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê ya dijwar a li herêmê û nebûna derfeta vegerê, ev daxwaza wê pêk nehat.
Endezyara Kurd Yara Xelîlê da zanîn:
“Min dixwest projeya xwe ya derçûnê û wergirtina bawernameya masterê li ser Efrînê bikim lê bi sedema rewşa Efrînê, min nikarîbû serdana herêma xwe bikim.”
Ev yek bûye wekî birîneke kûr di dilê wê de lê di heman demê de bûye hêzeke ku wê ber bi serkeftinê ve bibe û bi navê gelê xwe peyamên mirovahî û zanistî bigihîne cîhanê.
Serkeftina Yara Xelîlê ne tenê serkeftineke şexsî ye.
Ew çîroka berxwedan, hêvî û jêhatîbûna ciwanên Kurd e ku tevî hemû astengî, şer û koçberiyê, dikarin li qadên navneteweyî xwe îspat bikin û bibin pêşeng.
Ew nîşan dide ku her çi qas zext û zorî hebin jî vîn û zanebûn dikarin hemû astengan derbas bikin û bibin çirayek ronahiyê ji bo nifşên nû re.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse