Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke nû ya mafên mirovan a Fransayê eşkere dike ku cudakariya olî li wî welatî zêde bûye.
Li gorî amarên raporê ji her sê Misilmanên beşdar yekî ragihandiye ku rastî cudakariyê bûye.
Rapor hişyariyê dide ku şîrovekirina xelet a laîkbûnê (sekulerîzm), bûye sedema zêdebûna cudakariyê, bi taybetî li dijî jinên serê xwe dinixumînin.
Li Fransayê hejmareke berbiçav a niştecihên Misilman hene.
Her çend yasaya Fransayê rê li ber komkirina datayan a li ser bingehê zayend, nijad yan olê digire jî lê ofîsa parêzvana mafên mirovan Claire Hedonê, amaje bi rapirsiyeke sala 2024an kiriye ku 5 hezar niştecihên Fransayê beşdarî wê rapirsiyê bûne.
Di nava 5 salan de cudakarî zêde bûye
Li gorî raporê ji tevahiya beşdarên rapirsiyê ji sedî 7an ragihandiye ku di maweyê pênc salên borî de ji ber olê rastî cudakariyê bûne.
Ev yek di demekê de ye ku ev rêje di sala 2016an de tenê ji sedî 5 bû.
Ev rêje di nava Misilmanan de pir bilindtir bû; ji sedî 34ê wan kesên ku xwe wekî Misilman dabûn naskirin yan wekî Misilman dihatin dîtin, rastî cudakariyê bûne.
Li beramberî vê, ev rêje ji bo olên din ên wekî Cihû û Bûdîstan, ji sedî 19 bûye. Tenê ji sedî 4ê Xirîstiyanan hest bi cudakariyê kiriye.
Jinên Misilman zêdetir dibin armanc
Rapirsiyê cudahiya zayendî ya di nava Misilmanan de jî derxistiye holê.
Rêjeya cudakariyê ji bo jinên Misilman ji sedî 38 bûye. Li beramberî vê, ji bo mêrên Misilman ji sedî 31 bûye.
Rapor diyar dike ku cudakarî dikare bibe sedema dûrketinê bi taybetî ji bo jinên Misilman ên serên xwe dinixumînin.
Di berdewamiya raporê de hatiye diyar kirin ku ew li cihên giştî tên “lekedarkirin” û rastî sînordarkirina karên xwe dibin.
Ev jî dibe ku wan neçar bike dev ji karên xwe berdin, wan postên ku di asta şiyanên wan de nînin qebûl bikin, yan jî berê xwe bidin karê civakî û karê serbixwe.
Rapor her wiha amaje pê dike ku hinek caran rê li ber wan tê girtin ku werzişê jî bikin.
Têgihiştina xelet a laîkbûnê
Rapor destnîşan dike ku têgihiştineke xelet a ji bo laîkbûnê ku yasaya wê vedigere sala 1905an û armanca wê cudakirina dêr û dewletê ye, bûye sedema çêbûna vê rewşê.
Di salên borî de, yasa wekî hincetekê hatiye bikaranîn ji bo qedexekirina sembolên olî yên diyar ên wekî hicaba Îslamî li hinek cihan, mîna dibistanên dewletê.
Li aliyê din di rporeke din de derketiye holê, nêzîkî çareka xelkê bi xeletî laîkbûnê wekî "qedexekirina sembolên olî li cihên giştî" şîrove dikin.
Rapor vê têgihiştina xelet bi zêdebûna laîkkirina civakê û her wiha "gotara siyasî û medyayî ya ducarebûyî" ve girê dide.
Rapor di dawiyê de li ser laîkbûnê daxwaza perwerdeyeke baştir dike û hişyariyê dide ku ew rêkarên bi hinceta "têkoşîna li dijî cudakariya olî" tên kirin, wekî qedexekirina hicabê li hinek cihan, di rastiyê de "alîkariya geşbûna wê dikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse