Almanya (Rûdaw) - Êzidiyên ku ji êrişên DAIŞê rizgar bûne û li Almanyayê bûne penaber, ji ber tundkirina yasayên koçberan li wî welatî û zêdebûna tedbîrên li dijî koçberan bi fikar in ku bên dersînorkirin.
Qasim Îsmaîlê 23 salî 2023yan çû Almanyayê lê serlêdana wî ya penaberiyê çend roj beriya niha hat redkirin.
Ew niha li yek ji sedan navendên desteserkirinê yên li seranserê welêt dimîne û li benda dersînorkirinê ye.
Qasim Îsmaîl got, “Ji bo me yên ku ji Şingalê hatine, bi taybetî di bin hikûmeta niha ya Îraqê de, ti paşeroj nîne.
Me zehmetî û êşên mezin kişandin, em di kêliya dawî de ji mirinê rizgar bûn û gihiştin vir.”
Qasim Îsmaîl diyar kir ku ji bo gihiştina Almanyayê wî ‘rêwîtiyeke dijwar’ derbas kiriye û nizane kengî dê bê dersînorkirin û anî zimên:
"Ez li kampekê dimînim û newêrim derkevim derve. Ez ditirsim ku ji aliyê polîsan ve bêm desteserkirin û dersînorkirin.”
Sibe 11emîn salvegera destpêkirina komkujî, koletî û destdirêjiya seksî ya sîstematîk a DAIŞê ya li dijî bi hezaran Êzidiyên li Şingalê ye.
“Bêaramî nahêle Êzidî vegerin malên xwe”
Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ev êriş wekî komkujî nas kir.
Her çiqas DAIŞ hatibe têkbirin jî, piraniya Şingalê hîn jî wêran e.
Herêm bûye qadeke ku komên siyasî ji bo kontrolê têdikoşin û ji xizmetguzariyên bingehîn, ewlehî û binesaziyê bêpar e.
Bêaramî û nebûna avakirinê rê li ber vegera Êzidiyan a malên wan digire.
Meha borî, Almanyayê 43 Îraqî dersînor kirin ku malbateke Êzidî jî di nav de bû.
Dadgehê biryara rawestandina dersînorkirinê da lê biryar piştî ku balafir xwe li Bexdayê danî, hat dayîn.
Rayedarên dewletê niha hewl didin ku malbatê vegerînin Almanyayê lê gelek Êzidî ditirsin ku bi heman aqûbetê re rû bi rû bimînin.
“Bi hezaran kes li benda dersînorkirinê ne”
Serokê Encumena Şêwirmendiyê ya Êzidiyan a Almanyayê Dr. Îrfan Ortaç metirsiya dersînorkirina Kurdên Êzidî wiha anî zimêna:
“Bi hezaran kes li benda dersînorkirinê ne. Tê texmînkirin ku di vê çarçoveyê de di navbera 5 hezar û 10 hezar kesî de hene û di nav wan de tirseke mezin heye.
Ji ber ku li Şingalê şert û mercên bingehîn ji bo jiyaneke birûmet û aştiyane nînin, nikarin vegerin.”
Partiya Keskan li dijî derdikeve
Dersînorkirina Êzidiyan ji aliyê partiyên çep ên navendî ve rastî rexneyên tund hat.
Hevseroka Fraksiyona Partiya Keskan a Parlamentoyê Katharina Drogerê ji ber dersînorkirina Kurdên Êzidî Hikûmeta Almanyayê wiha rexne kir:
"Şaşiyeke gelekî mezin e ku heta niha jî malbatên Êzidî tirsa wan a dersînorkirinê heye, ji ber ku jiyana wan di metirsiyê de ye.
Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wekî komkujî nasand û bêguman mafê Êzidiyên li Almanyayê ye ku çaverê bikin bên parastin û di ewlehiyê de bijîn.
Em wekî Frakisyona Partiya Keskan li Parlamentoya Federal daxwaza rawestandina dersînorkirina xelkê Êzidî dikin û daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku niha vê yekê bi cih bîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse