Wezîrê Amerîkayê gef li Rûsyayê xwar: Hemû vebijêrk li ser maseyê ne

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Scott Bessent Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent diyar kir ku ew li ser sepandina cezayên nû yên li dijî Rûsyayê difikirin.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ji Fox Newsê re ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin berevajî gotinên xwe yên bi rêberên Amerîka û Ewropayê re tevdigere û bombebarana welatê xwe ya li Ukraynayê zêde kiriye.

Scott Bessent li ser pirsa derbarê gavên muhtemel ên li dijî Moskowê bên avêtin got:

"Hemû vebijêrk li ser maseyê ne û ez bawer im ku em dê vê hefteyê ji nêzîk ve li wan binêrin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna lûtkeyê ya bi Putin re ya 15ê Tebaxê ya li Alaskayê gotibû, ew dê di nava du hefteyan de bizanibe ka ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê pêşketin çêdibe yan na.

Trump her wiha hişyarî dabû ku eger pêşketin çênebe, cezayên mezin an jî gumrikên mezin an jî her du bi hev re dê bikevin rojevê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî piştî civîna Alaskayê gotibû ku vebijêrka Trump a sepandina cezayên nû heye lê ev yek dê were wateya dawiya dan û standinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst