Amerika ji rola navbeynkariyê vekişiya û bangî Kîev û Moskowê kir

02-05-2025
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Amerîka Rûsya Ukrayna Navbeynkarî Tammy Bruce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê dev ji rola xwe ya navbeynkariyê ya di dan û standinên navbera Rûsya û Ukraynayê de berda.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê roja Pêncşemê ragihand ku Amerîka êdî navbeynkariya danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de nake û bang li rayedarên Moskow û Kîevê kir ku rasterast bicivin da ku bigihîjin rêkeftinekê.

Tammy Bruceyê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êdî ne bi niyaz e di dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de rola navbeynkar bilîze.

Bruceyê got, "Êdî dem hatiye ku dan û standinên rasterast di navbera aliyan de werin kirin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce wiha axivî: "Emê d nebin navbeynkar.

Em dê di çirkeyekê de nefirin aliyê din ê cîhanê da ku civînan birêve bibin. Niha divê kar di navbera her du aliyan de were kirin."

Tammy Bruceyê her wiha got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê her çend hewl bide ji bo pêkanîna aştiyê jî, lê niha ji bo encama vî şerî ramanên berbiçav ên ji aliya Moskow û Kîevê hewce dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Karên Derve Marco Rubio berê hişyarî dabû ku eger bipêşketineke watedar neyê bidestxistin, Amerîka dê ji hewldanên navbeynkariyê vekişe.

Pisporên Rûsî bawer dikin ku ji vir û pê de zextên li ser Moskowê dê zêde bibin.

Pispor pêşbînî dikin ku di zêdekirina zextan de Kongreya Amerîkî dê roleke mezin bilîze.

Bi nêrîna şarezayên Rûs, Ewropa jî dê sizayên nû yên girantir bisepînin ser Rûsyayê û ewê dê bi yên Amerîkî re hevrêz bin.

arezayên Rûs dibêjin, cezayên nû dê pir dijwar bin û ev dê bibe dorpêça bazirganiya petrolê.

Di vê navberê de hat ragihandin ku Washingtonê êdî firotina çekan ji bo Kîevê serbest kir.

Di heman demê de, Senatoyê pêşnûme qanûna ji bo sepandina ji sedî 500 bacên li ser welatên ku petrol, gaz û uranyûma Rûsyayê dikirin, pejirand.

Ji aliyê din, Wezîrê Derve yê Fransayê Barrot ragihand ku YE pakêtek nû ya cezayan li ser Rûsyayê amade dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst