Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Kenyayê Kipchumba Murkomen ragihand ku ji ber baranên gur, li herêma Elgeyo Marakwetê ya li Geliyê Riftê ax herifiye û di encamê de herî kêm 21 kes mirine û zêdetirî 30 kesî jî winda ne.
Murkomenê ku şeva şemiyê axivî, diyar kir ku herêma Elgeyo Marakwetê 320 kîlometreyan li bakurrojavayê paytexta welêt Naîrobiyê ye.
“Zêdetirî 30 kesî hîn jî winda ne”
Wî da zanîn, 25 kesên ku birînên wan giran in bi helîkopterê birine bajarê Eldoretê da ku dermankirina taybet bibînin û birîndarên din jî li herêmê hatine dermankirin û got:
"Me piştrast kiriye ku di vê karesatê de 21 kesan canê xwe ji dest daye û li gorî agahiyên malbatên wan, zêdetirî 30 kesî hîn jî winda ne.
Mîsyona lêgerîn û rizgarkirinê dê sibe bi tevlîbûna tîmên artêşê û polîsan û her wiha saziyên din û xelkê herêmê ji nû ve dest pê bike."
Wezîrê Karên Navxwe anî ziman ku amadehiyên ji bo gihandina alîkariyên xwarin û pêdiviyên din berdewam dikin û helîkopterên artêşê û polîsan ji bo alîkariyê di amadehiyê de ne.
“Derbasî cihên ewletir bibin”
Murkomen bangî welatiyan kir û got, "Ez bang li kesên ku li nêzîkî çemên demsalî û deverên ku erd lê diherife dijîn dikim ku derbasî cihên ewletir bibin."
Rayedaran bangî niştecihên deverên di bin metirsiyê de kir ku guh bidin hişyariyan.
Hat zanîn ku baranên gur ên demên dawî li gelek parêzgehan bûne sedema lehiyê û herifîna axê, bi sedan kes koçber bûne û zerer gihiştiye jêrxanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse