Kuba: Xwepêşandanên li dijî hikûmetê di roja 4an de berdewam in

03-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kuba Xwepêşandan Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bahoza Ian a ku rojavayê Kubayê dabû ber xwe, girav bê elektrîk hişt û ev yek jî bû sedema xwepêşandanên li dijî hikûmetê.

Li Kubayê her çiqas piştî bahoza 27ê Îlonê, gav bi gav dest bi belavkirina elektrîkê hatibe kirin jî li gelek bajaran, bi taybetî li paytext Havanayê xwepêşandan di roja 4an de berdewam kirin.

Xelkê ku demeke dirêj bê elektrîk mabûn li dijî hikûmetê daketin kolanan û her wiha di 29ê Îlonê de înternet jî li giravê qut bû, ev yek bû sedema tawanbarkirina aliyên dijî rejîma komunîst ku dibêjin hikûmetê înternet qut kiriye da ku rê li ber xelkê bigire ku beşdarî xwepêşandanan nebin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de xwepêşander rêyan digirin û dirûşmên wek "Em elektrîkê dixwazin" û "Azadî" bilind dikin.

Her wiha hin dîmenên tê îdîakirin ku alîgirên hikûmetê bi daran êrîşî xwepêşanderan dikin jî hatin parvekirin. Xwepêşander dibêjin ku ev kes hêzên ewlekariyê û leşkerên ku cil û bergên sivîlan li xwe kirine.

Bêdengiya hikûmetê ya li hember xwepêşandanan dibe sedem ku bûyer di bin siya îdiayan de ne diyar bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst