Hewlêr (Rûdaw) – Rûsyayê ragihand, çekdarên ser bi Tirkiyê ve li nêzîkî Til Temirê êrîşî hêzên Amerîkayê kirine.
Li gor medyaya Rûsî, Navenda Rûsî ya Nêzîkirina Aliyên Sûrî ragihandiye, çekdarên grûpa bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve, roja 3ê Mijdara 2019an li derdora bajarokê Til Temirê gulle berdane hêzên Amerîkayê.
Serokê Navenda Rûsî ya Nêzîkirina Aliyên Sûrî, General Yuriy Borenkov daye xuyakirin, ku çekdarên Artêşa Azad ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrîşî karwaneke hêzên Amerîkayê kirine.
Borenkov diyar kiriye, karwana hêzên Amerîkayê ku ber bi sînorê Iraqê ve birêketibû û li ser rêya navdewletiya M4 di rê de bû, li 6 kîlometriya rojavayê Til Temirê, li cihê ku di bin kontrola çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye, rastî êrîşê hatiye.
Wî generalê Rûs destnîşan kiriye, di êrîşê de ti kuştî û birîndar nebûne.
Heta niha Amerîkayê bi xwe tiştek li ser vê mijarê negotiye û ew êrîş piştrats an red nekiriye.
Herwiha Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) jî ku li hember êrîşên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve berevaniyê li herêmê dike, ti zanyariyek li ser êrîşeke bi vî awayî belav nekiriye.
Ew pêşhat di demekê de ye, ku êrîşên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in.
Roja Yekşemê di berdewamiya wan êrîşan de, çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Qasimiye ya ser bi Til Temirê êrîşî tîma rêxistina Amerîkî ya Free Burma Rangers kirin, ku di encamê de fotograferê wê tîmê Zhao Sang jiyana xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse