Hewlêr (Rûdaw) - Dozgerê Giştî yê Amerîkayê lîsteya tohmetên li dijî Nicolas Maduro, hevjîna wî û çar kesên din belav kir û tê de tohmeta "terora bi rêya madeyên hişbir" û gelek tawanên din avêtin stûyê wan.
Dozgera Giştî ya Amerîkayê Pam Bondiyê lîsteya tohmetên li dijî Nicolas Maduroyê ku Serokê Venezuelayê bû belav kir.
Ev yek piştî wê yekê hat belavkirin ku ew di operasyonekê de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li nav xaka welatê xwe hat desteserkirin û ber bi New Yorkê ve hat veguhastin.
Di lîsteya tohmetan de hat gotin:
"Zêdetirî 25 salan e, serkirdeyên Venezuelayê pêgeha baweriya giştî xerab bi kar aniye û saziyên rewa gendel kirine ku çendîn ton kokaînê bişînin nav Amerîkayê."
Gilî li Dadgeha Federal a Herêma Manhattanê hat tomarkirin.
Ji bilî Maduro û hevjîna wî Cilia Floresê, lîsteya tohmetbaran kurê wî Nicolas Ernesto, Wezîrê Karên Navxwe Diosdado Cabello, Ramon Rodriguez û Hector Rusthenford li xwe digire.
Di beşeke din a lîsteyê de hat gotin:
"Nicolas Maduro Moros, wekî tohmetbarekî, niha serkirdayetiya hikûmeteke gendel û nerewa dike ku bi dehan salan desthilata hikûmetê ji bo parastin û bipêşxistina çalakiyên neyasayî ku di nav de bazirganiya madeyên hişbir jî heye bi kar aniye."
Dozgera Giştî ya Amerîkayê da zanîn:
"Wî bazirganiya bi madeyên hişbir, elîta siyasî û leşkerî ya Venezuelayê dewlemend û bihêz kiriye.
Di nav wan de Wezîrê Karên Navxwe û Dadê Diosdado Cabello Rondonê ku tohmetbar e û Wezîrê berê yê Karên Navxwe û Dadê Ramon Rodriguez Chacin hene."
Her wiha di lîsteyê de Hector Guerrero wekî serkirdeyê çeteyên Venezuelayî (Tren de Aragua) hat nasandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse