Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Nîgerê ya Nîjeryayê li dijî bazarekê êrişeke çekdarî hat kirin û di encamê de zêdetirî 30 kesî hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, endamên çeteyeke çekdar li herêma Demoyê ya eyaleta Nîgerê êrişî bazara Kasuwan-Dajiyê kir.
Di êrişê de zêdetirî 30 kesî hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.
Her wiha gelek kes jî hatin revandin.
Endamên çeteya çekdar her wiha kel û pelên xwarinê yên li bazarê jî talan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse