Dengê Amerîkayê dîsa dest bi weşanê dike

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan VOA Dengê Amerîkayê Donald Trump RSF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor (RSF) ragihand ku yek ji parêzerên wan e-mailek ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê wergirtiye ku Dengê Amerîkayê (VOA) dikare hefteya bê dest bi weşanê bike.

Serredaktorê dezgehê jî nûçe piştrast kir.

3yê Gulana 2025an, Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor a Fransayê ragihand ku parêzerên wan e-mailek ji Wezareta Dadê ya Amerîkayê wergirtiye ku dikarin hefteya bê ji nû ve dest bi karên xwe bikin.

15ê Adara îsal bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump karên Dengê Amerîkayê hatibûn rawestandin.

VOA, Rojnamegerên Bêsînor û hejmarek rêxistinên din li Dadgeha Temyîzê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê îtiraz kir.

Serredaktorê Dengê Amerîkayê Steve Herman, li ser torên civakî nûçe piştrast kir û belav kir, yek ji parêzerên wan e-mailek ji Wezareta Dadê wergirtiye û dibêje, karmendên wan dikarin gav bi gav dest bi karên xwe bikin û hefteya bê jî dest bi weşanê bikin.

Ajansa France Pressê ya Fransayê (AFP) ragihand ku du ji rojnamegerên Dengê Amerîkayê ji wan re ragihandiye ku e-mailên bi heman awayî gihiştine destê wan.

Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor jî dibêje, Wezareta Dadê di emaila xwe de ji parêzerên wan re gotiye ku 1406 e-mailên karmendên dezgehê çalak kirine.

Ajansa Amerîkî ji bo Medyayê kontrola hemû wan dezgehên medyayê dike ku ji aliyê Hikûmeta Federal a Amerîkayê ve bi aborî tên piştgirîkirin û Dengê Amerîkayê jî yek ji wan dezgehan e.

VOA di sala 1942yan de hatiye damezirandin û Kurdî jî di nav de bi gelek zimanan, weşan dike û malpera wê jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst