Enstîtuya Kurdî ya Lozanê: Armanca me ya esasî parastina mafê çarenivîsa Kurdan e

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Peymana Lozanê Swîsre
A+ A-

Hewlêr  (Rûdaw) - Enstîtuya Kurdî ya Lozanê di deklerasyona xwe de diyar kir li armanca wan a bingehîn parastina mafê çarenivîsa Kurdan e.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê resepsiyona damezirandina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hat lidarxistin.

Di resespsiyonê de bi zimanê Kurdî û Fransî deklerasyon û armancên Enstîtuya Kurdî ya Lozanê hatin eşkerekirin.

Gelek nivîskar, akademisyen, nûnerên siyasî û nûnerên saziyên Diyasporayê tevlî resepsiyonê bûn.

Navnîşana Enstîtuya Kurdî ya Lozanê ev e: “Hotel De l'ours, Rue du Bugnon 2, 1005 Lausanne”

“Bi hêviya avakirina siberojeke ronak”

Li ser vexwendnameyê wiha hatiye nivîsîn:

“Em bi kêfxweşî bi we re parve dikin ku Enstîtuya Kurdî ya Lozanê deriyê xwe vedike.

Bi vê sedemê em we vedixwînin resepsiyona ragihandin û danasînê.

Beşdarî û piştgiriya we ji bo me pir watedar e.

Bi hêviya avakirina siberojeke ronak bi hevkariyê.”

“Dê Universiteya Kurdî li Ewropayê were avakirin”

Deklarasyona avakirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê wiha ye:

“Îro, ji bo diyarkirin û parastina mafên neteweyî, hebûna çandî û sîyasî ya miletê Kurd, bi

berpirsiyariya dîrokî û hişmendiya neteweyî, em avakirina Enstîtuya Kurdî ya Lozanê radigihînin.

Çima Lozan, Çima Niha?

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê navê xwe ji Peymana Lozanê ya 1923yan werdigire, ku bi wê, mafê çarenûsê yê miletê Kurd bi awayekî sîstematîk hat înkarkirin. Kurd, bêdewlet man.

Ev nav ji bo me ne sembola reddiyeyekê ye, ya rûbirûbûn, ji nû ve avakirin û vejînê ye. Ji ber vê yekê Enstîtû, li warê înkarê hatiye damezrandin, ji bo heqîqeta hatiye çewisandin ji nû ve ava bike, gava xwe ya yekem li vir avêtiye.

Enstîtuya me, ji bo şikestina dîrokî teşhîr û derbas bike, wek hemleyeke entelektuel û sazûmanî ava bû.

Şêmûga demkî: Sedsala bêdengiya dîrokî

Rejima înkar, parçebûn û bêdengiyê ya Peymana Lozanê ji sed salî zêdetir bi miletê Kurd da jiyandin, êdî bi dawî dibe.

Veguherînên li Rojhilata Navîn yên piştî 2023yan, zimanê têkiliyên Kurdan yên navxweyî û yê huqûqa navneteweyî vediguherîne. Enstîtu berhema wê vîzyonê ye ku vê momenta dîrokî dibîne û vediguherîne pêşengiyeke hizrî.

Mîsyon û Amancên me

Amanca esasî ya Enstîtuya me, parastina mafê çarenûsê yê neteweya Kurd ji alîyên dîrokî, huqûqî û siyasî ve û di astên sazûmanî û şêwazên meşrû de amadekirina asta hizrî ye.

Di vê kontekstê de, pirsgirêkên nasname, ziman, çand û azadiyê yên Kurdan, xalên sereke yên xebat û lêkolînên Enstîtuyê ne.

Karkirina wek navendeke hizrî (Think-tank) ku di asta herêmî, neteweyî û navneteweyî de li ser Kurdan û Kurdistanê lêkolînan bimeşîne û di maweya dirêj de, avakirina Universiteya Kurdî li Ewropayê, pêkanîna saziyeke xwedî xweseriya akademîk ku bikare zanîna gerdûnî û zanist, huner û hizra Kurdî bigihîne hev, amancên Enstîtuyê ne.

Ji parçebûnê ber bi yekbûnê: Îradeyeke gettoyan derbas dike Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, derbaskirina gettoyên parçeyan yên di nav Kurdan de ku bi parçebûna dîrokî pêk hatiye, bi yekîtiya neteweyî nûbûneke zîhnî û sazûmanî esas digre.

Sîstema damezrêner û rêvebirî ya Enstîtuya me, xwe dispêre îradeya pêşeng ji hemû parçeyên Kurdistanê. Ev terkîb siberoja yekgirtî ya miletê Kurd di mustewaya zihnî û kiryarî de temsîl dike.

Tenê ne li hember gettoyên li nav Kurdan, di heman demê de li hember gettoyên sosyal yên li welatên Kurd lê dijîn derdikeve, li ser esasê yekbûn, xwebawerî û entegrasyonê hebûneke neteweyî teşwîq dike.

Li Lozanê bangewaziyeke dîrokî: Komxebata Navneteweyî

Li gor vê vîzyonê, em bi dilxweşî û bibiryar radigihînin, di salvegera Peymana Lozanê de,

Temûza 2025an, bi pêşengiya enstîtuya me, em ê li Lozanê bi beşdarîya akademisyen,

huqûqnas û siyasetmedaran bi navê “Mafê Çarenûsê û Siberoja Kurdan” komxebatekê pêk

bînin. Ev komxebat, di mekana înkara dîrokî de, wê bibe platformek ku dengê lêgerîna me ya azadiyê û hêza hizrî bigihîne cîhanê.

Swîsre: Hevkarî û Dahatuyeke Hevbeş

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, Swîsreyê tenê weke merkez û mekanekê nabîne, weke mînaka azadiya fikrî, pirdengiya siyasî û demokrasiya pêşketî dibîne.

Enstîtuya me, bi civaka Swîsreyê û cîhana çandî ya vî welatî re yekparebûnê esas digre.

Li ser vî esasî, em bi dilgermî spasiya dostên Swîsreyî, saziyan û raya giştî dikin ku bi taybet di prosesa avakirina Enstîtuyê de piştgiriya me kirin.

Saziyeke ji dîasporayê wêdetir

Bi vê deklarasyonê, em tenê ne enstîtuyekê, di heman demê de, di meşa miletê Kurd ya azadiyê de, destpêkirina qonaxeke nû ya hizrî radigihînin.

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê, saziya fikrî, zanistî, çandî û akademîk ya neteweyeke kevnar e.

Em bangewaziyê li hemû rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û neteweperwerên Kurd dikin ku bibin parçeyek ji vê hewldanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst