Neteweyên Yekbûyî: Em amade ne di pêvajoyê de bibin alîkar

04-06-2025
Sinan Tunçdemir
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric / wêne: Rûdaw Grafîk
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric / wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Pêvajoya Nû Tirkiye PKK
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric derbarê pêvajoya li Tirkiyeyê got, “Em her gav amade ne ku alîkariya her pêvajoyeke dan û standinê bikin.”

Neteweyên Yekbûyî biryara xwefesixkirinê ya PKKyê baş dibîne lê belê ji ber ku ne ji Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyê û ne ji Sekreterê Giştî yê Neteweyê Yekbûyî ti alîkarî nehatiye xwestin di vî mijarê de ti rol wernegirtiye.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê dibêje eger ji wan were xwestin ew amaden e ku alîkariyê bikin.

Her wiha Seroka Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî jî dibêje ew teşwîq dikin ku pêvajo berdewam bike.

“Em dixwazin pêvajo berdewam bike”

Seroka Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî Carolyn Rodrigues li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr a “Dan û standinên aştiyê di navbera Tirkiye û PKKyê de dest pê kirine. Wekî Seroka Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî, ji bo bidestxistina aştiyeke kûr û domdar hûn ji her du aliyan re çi pêşniyar dikin?” wiha got:

“Me, li Konseya Ewlehiyê, biryar nedaye ka em dikarin çi şîretan bikin. Bi min divê gavên dan û standinan û hevdîtinan berdewam bikin. Divê em ji aliyan re xêrê bixwazin.

Li Konseya Ewlehiyê 6 mehên din wextê me maye û em dixwazin qet nebe hinek gavan ji bo hinek pirsgirêkên re bibînin

Dema ku em ji vê konseyê derdikevin, em dê hemî hewldana xwe, wekî endamek hilbijartî, bixin nav vê yekê.

Em teşwîq dikin ku dan û standin bidomin û ber bi çareseriyek aştiyane biçin.”

Wisa xuya dike ku ne Tirkiyê û ne jî dewleteke din dê vê pêvajoyê bi Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî da ku gotûbêj li ser bên kirin.

Lê Ofisa Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî vê pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne û pêşniyarîyan jî dike.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser pirsa Sînan Tunçdemîr a “Di daxuyaniyek çapemeniyê ya meha nîsanê de li ser pêvajoya Tirkiye û PKK, pisporên Neteweyên Yekbûyî banga bêçekbûnê kir ku PKKê ji hingê ve ragihandiye ku ew dê pêk bîne.

“Gavên dîrokî hatine avêtin”

Di heman daxuyaniya çapemeniyê de, pisporan her wiha banga çareserkirina sedemên bingehîn ên tundiyê kir. Pirs ev e, gelo Neteweyên Yekbûyî bangî Tirkiyeyê jî dike ku her berpirsiyariyek muhtemel a ku dibe ku di sedemên pevçûnê de hebe binirxîne?” wiha got:

“Bê guman, pisporê bilind ê mafên mirovan ji bo erka xwe diaxive û Sekreterê Giştî bi tevahî piştgiriyê dide wî û karê wî.

Di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKyê de gavên dîrokî hatine avêtin.

Em hêvî dikin ku ev dan û standin û ev nîqaş bi awayekî baş bi pêş bikevin ku ji bo her du aliyan jî sûda wê hebe lê di heman demê de ji bo hemû mirovên li Tirkiyeyê û tevahiya herêmê jî sûd hebe.”

“Em amade ne alîkariyê bikin”

Li ser pirsa “Her çend di dan û standinên PKK-Tirkiyeyê de ji Neteweyên Yekbûyî alîkarî nehatiye xwestin jî gelo hûn dê bibin alîkar?” Dujarric got:

“Em her gav amade ne ku alîkariya her pêvajoyek dan û standinê bikin, ger her du alî jî ji me bixwazin, û bi awayên ku em dikarin bibin alîkar.”

Li gor çavdêrîyên me wekî Tora Medyayî ya Rûdawê pêvajo ji alîyê Sekreterê Giştî û ofîsên cuda cuda yên Neteweyên Yekbûyî ve tên şopandin lê li Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de ji bo dan û standinan çavdêrîyek nîne ji bilî pêşwaziya pêvajoye.

Eger Kurd daxwazin ev mesele li Neteweyên Yekbûyî bi fermî were gotûbêjkirin divê dan û standinên xwe yên dîplomatîk zêde bikin ku mesele rasterast were çavdêrîkirin û gotûbêjkirin.

Ji ber ku sîstema Neteweyên Yekbûyî bi vê şêveyê bi rê ve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst