Oldenburg (Rûdaw) - Bi boneya 11emîn salvegera êrişên DAIŞê yên li ser Şingalê, li kevntirîn Mala Êzidiyan a li Almanyayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîmê de mijara sereke metirsiya dersînorkirina penaberên Kurdên Êzidî yên ji Almanyayê bû.
Êzidiyên ku li Mala Êzidiyan a Almanyayê ya herî kevin kom bûn, bi pêxistina agirekî pîroz, êş û birînên xwe yên 11 salan anîn ziman.
Xwediyên birînê gilî û gazinên xwe ji Almanya, Îraq, Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin ku piştî 11 salan jî pirsgirêka koçberî û penaberiya wan nehatiye çareserkirin.
Serokê Komele û Malên Êzidiyan a Herêma Niedersachsenê Şahab Dag di merasîmê de mazûvaniya siyasetmedarên Alman kir û daxwazên civaka Êzidî wiha anîn ziman:
"Dewlete ku di nav de çawa xwe Kurd dibînin, em xwe wisa Alman jî dibînin.
Ev serê 11 sal in ku em bi gotin, peyv, soz û qeraran li dû Almanyayê ne lê heta îro jî ji bo Êzidiyên Şingalê tiştekî ku em karibin bibêjin Êzidî dikarin jiyana xwe li Şingalê derbas bikin nîne."
Du parlamenterên Alman jî beşdarî merasîmê bûn û li ser mijarê axivîn.
"Ne rewa ye ku kiryarên îdarî bibin sedema dersînorkirinê"
Parlamenterê Federal ê Partiya Yekitiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Stefan Albani da zanîn ku ew nikarin hemû Êzidiyan wergirin lê divê yên li Almanyayê neyên dersînorkirin û got:
"Bêguman di asta navneteweyî de divê em bang bikin ku şert û mercên li wê kampê bên başkirin.
Lê li vir jî pêwîst e em tekez bikin ku ne rewa û ne jî guncaw e ku kiryarên îdarî bibin sedema dersînorkirinê.
Pêwîst e em lê binêrin ka em dê çawa bi her kesî re dadmend bin.
Ev nayê wê wateyê ku her kes dikare were vir, lê di dawiyê de divê em xwedî li wan kesên ku li vir in û derfeta mana wan heye derkevin, da ku ew bikarin li vir bimînin, çi bi rêya Komîsyona Rewşên Awarte be, çi jî bi awayên din be."
"Me rêyek dîtiye"
Parlamenterê Herêma Niedersachsenê yê Partiya Sosyal Demokratê (SPD) Ulf Prange jî diyar kir ku wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê rêyek dîtiye û wiha anî zimên:
"Wekî Herêma Niedersachsenê, bêguman divê em pabendî zagonên federal bin.
Lê me rêyek dît ku em bi rêya Komîsyona Rewşên Awarte kesên ku metirsiya dersînorkirinê li ser wan heye vexwînin.
Berî du-sê mehan, ez û komeke mezin a Êzidiyan ji Oldenburgê û 'Seywana Êzidiyan' em çûn Wezareta Karên Navxwe.
Em bi Wezîra me ya Karên Navxwe Daniela Behrensê re axivîn.
Wê jî piştrast kir ku em dê vê rêbazê bişopînin da ku em li hemberî vê metirsiya taybet a li ser Êzidiyên ên li bakurê Îraqê dadmend bin."
Daxwaza sereke ya Êzidiyên li Almanyayê û diyasporayê ew e ku taybetmendiya wan a olî were pejirandin û mafên wan bi yasayan bên parastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse