Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Herêma Brandenburgê ya Almanyayê bi 43 tawanbarên Îraqî re malbateke Kurd a Êzidî jî dersînor kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Brandenburgê ya Almanyayê ji Kanala RBByê re piştrast kir ku wan roja sêşemê malbateke Kurd a Êzidî dersînorî Îraqê kiriye.
Wezaretê diyar kir ku endamên malbata dersînorkirî “welatiyên Îraqê bûn û li gorî yasayê ew neçar bûn welêt biterikînin”.
Tawanbarên Îraqî jî hatine dersînorkirin
Li gorî RBByê malbatê li dijî dersînorkirinê li Dadgeha Îdarî ya Potsdamê gilî tomar kiribû û biryara betalkirina dersînorkirinê di heman rojê de ango 22yê Tîrmehê saet 10:30î derketibû.
Wê demê balafira taybet a ku Îraqiyên dersînorkirî tê de bûn ji bajarê Leipzigê ber bi Bexdayê ve bi rê ketibû.
Dadgehê pêşbînî kiribû, ji ber ku ew transîta Balafirgeha Bexdayê derneketibû hîn pêdiviya malbata Kurd a Êzidî bi “parastina yasayî" heye.
Wekî ku Wezareta Karên Navxwe ji RBByê re daye zanîn, wan ji Dezgeha Koç û Penaberan pirsîbû ka gelo sedemek li dijî dersînorkirina malbata Kurd a Êzidî heye lê dezgehê ev yek bi “tekezî red kiribû”.
Dezgeha Federal a Koçberan dê biryara dadgehê bi cih bîne
Wezaretê derbarê vegerandina malbatê ya Almanyayê da zanîn ku Dezgeha Federal a Koç û Penaberan (BAMF) ji bo “nirxandina biryara dadgehê û avêtina gavên zêdetir” berpirsyar e.
Malbata Kurd a Êzidî mafê mayînê wernegirtibû
Malbat ji terorîstên DAIŞê reviyabû û sala 2022yan li bajarê Lychenê yê Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiribû.
Tevî ku 4 zarokên wê malbatê yên 5, 12, 15 û 17 salî hebûn û hemû jî li navçeya Uckmarkê xwendekar bûn û her wiha endamên malbatê ti tawan an binpêkirinên yasayî nekiribûn ew roja sêşemê tevî 43 tawanbarên Îraqî yên ku mafê wan ê mayînê nebû dersînorî Bexdaya paytexta Îraqê hatin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse