Brian Hook: Her kesê kar li gel Îranê bike dikeve lîsteya reş

04-09-2019
RÛDAW
Nîşan Brian Hook Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Îranê Brian Hook jî dibêje, her kesê kar li gel Îranê bike, dê bikeve nav lîsteya reş û dê siza bi ser wan de jî bên sepandin. Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî sizayên nû bi ser Îranê de sepandin.

Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê Brian Hook, di konferanseke rojnamevaniyê de, ragihand ku derbarê Îranê de hejmareke bijardeyan li ber destê Serokê Amerîkayê Donald Trump hene.

Li gor gotina Brian Hook, Supayê Pasdaran a Îranê par, bi milyon dolaran petrol bo Sûriyê, Hizbûllaha Lubnanê û aliyên din ên nêzîk şandiye.

Hook  herwiha aşkere kir ku Washington dê her kesê ku derbarê liv û tevgera Supaya Pasdaran a Îranê de zanyarî bide ku di aliyê darayî de bê têkbirin, dê bi 15 milyon dolaran bê xelatkirin.

Li aliyê din Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî di çarçova sepandina sizayên bi ser Îranê de, bi ser 16 alî, 11 kes û 10 nefthilgiran de sizayên nû sepandine.

Di lîsteya reş a Amerîkayê de Wezîrê  berê yê Petrolê yê Îranê Rostem Qasemî û kurê wî Morteza Qasemî jî cih digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst