Sûriye û Îsraîl li Parîsê dicivin: Armanc çi ye?

05-01-2026
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Sûriye dê li Parîsê bi heyeta Îsralê bicive û  armanca wê vegera sînorên beriya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an re ye.

Hat ragihandin ku şandeya birêvebiriya Şamê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Eshed Hesen Şeybanî, dê beşdarî dan û standinên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de bibe ku bi navbeynkariya Amerîkayê li Parîsa paytexta Fransayê tên lidarxistin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ku dispêre çavkaniyên hikûmetê, di civîna bi navbeynkariya Amerîkayê de, li gel Şeybanî, Serokê Birêvebiirya Îstixbarata Giştî Huseyn El Selame jî dê serokatiya şandeyê bike.

Li gorî nûçeyê destpêkirina dan û standinan nîşaneya helwesta bi biryar a Sûriyeyê ya ji bo "wergirtina mafên neteweyî" ye ku ev mijar ji bo wan nayê nîqaşkirin.

Armanc vegera xetên berê ye

Hat diyarkirin ku rojeva sereke ya hevdîtinan "ji nû ve çalakirina Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an" e.

Di vê çarçoveyê de armanc ew e ku hêzên Îsraîlê vekişin xetên beriya 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an.

Her wiha hat destnîşankirin ku dê li ser "peymaneke ewlehiyê ya hevseng ku serweriya tam a Sûriyeyê di ser her tiştî re digire" were rawestiyan.

Di nûçeyê de hat gotin ku di dan û standinan de dê tedbîrên ku rê li ber her cûre destêwerdana navxweyî ya Sûriyeyê digirin jî bên gotûbêjkirin.

Axios: Armanc herêma bêçek e

Malpera Axiosê ya Amerîkayê jî berê ragihandibû ku rayedarên payebilind ên Îsraîl û Sûriyeyê dê li Parîsê bicivin da ku muzakereyên li ser peymaneke nû ya ewlehiyê bidin destpêkirin.

Çavkaniyan diyar kiribû ku armanca sereke ya hevdîtinên ku tê plankirin du rojan bidomin, "bêçekkirina başûrê Sûriyeyê" û vekişîna Îsraîlê ji wan axên Sûriyeyê ye ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed kontrol kirine.

Tê plankirin ku ev gera nû ya li Parîsê bibe gera pêncemîn a pêvajoya di navbera aliyan de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst