Erdogan û Zelensky peywendiyeke telefonî pêkanîn

05-03-2022
RÛDAW
Nîşan Volodimir Zelensky Recep Tayyîp Erdogan Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di pewywendiyeke telefonî de derbarê pêşhatên dawî ên li Ukrayanyê de axivîn.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski îro 4ê Adara 2021ê li ser hesaba xwe ya medya civakî Twitterê ragihand ku wî ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan peywendiyeke telefonî pêkaniye û  derbarê rewşa dawî ya li Ukraynayê û êrîşên Rûsyayê de axivîne.

Volodimir Zelensky derbarê naveroka wê peywendiya telefonî ya ligel Recep Tayîp Erdogan dibêje: “Em bo piştgiriya berdewam a Tirkiyê minnetdarê wan in.”

Zelensky di berdewamiya tweeta xwe de bal kişand ser êrişên Rûsyayê û got “Min Erdogan derbarê êrîşên berdewam ên Federasyona Rûsyayê û terorîzma etomî de agahdar kir. Divê em êrîşkariyê bi dawî binîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst