Dev ji zarokên xwe berda û çû, piştî 60 salî derket holê

05-05-2025
Nîşan Audrey Backeberg Windabûn Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Wisconsinê ya Amerîkayê derket holê ku Audrey Backeberga ku beriya 60 salî bi xwesteka xwe “winda” bûbû sax e

Daxuyaniya Ofîsa Şerîfê Herêma Saukê da zanîn ku Backeberga ku sala 1962yan dema 20 salî bû winda bûbû, li eyaleteke din dijî û rewşa wê baş e.

Lê ji ber sedemên ewlehiyê, navê eyaleta ku ew lê dijî nehate eşkerekirin.

Bi xwestina xwe “winda” bûye

Ofîsê ragihand ku Backeberg ne ji ber sûcekî yan jî bi darê zorê hatiye girtin, ew bi biryara xwe “winda” bûye.

Dema ku jinik sala 1962yan ji mala xwe çûbû, hatibû angaştkirin ku bi mêrê wê re pirsgirêkên wê hebûne û rastî şideta fîzîkî hatiye.

Dêya xwe û du zarokên xwe li pey xwe hiştin û terqiya

Hat ragihandin ku Backebergê ji ber pirsgirêkên zewaca xwe û şideta ku ji hêla mêrê wê ve dîtibû gilî kiribû.

Jinika ku di wê demê de bi dayîka xwe û du zarokên xwe re dijiya, li gorî gotina hevaleke wê bi otobusê ji Wisconsinê çûbû Indianayê û pişt re şopa xwe dabû windakirin.

Dosyeya Backebergê di çarçoveya lêkolîna dosyeyên “bûyerên sar” ên herêmê de bi dedektîv Isaac Hanson hat spartin.

Hanson, şopên jinika winda bi saya platformeke lêkolîna nasnameyên genetîkî ya bi navê “Ancestry.com”ê dît û bi saya profîla DNAya xwişka wê gihişt navnîşana rast.

"Ne poşman bû"

Dedektîv Hanson, piştî ku cara yekê bi rêya polîsekî herêmî piştrast kir ku ew jin dîtiye, got:

"Piştî 10 xulekan telefonî min kir. Em 45 xulekan axivîn.

Ne poşman bû ji biryara xwe, jiyana xwe ava kiribû û dewam kiribû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst