Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê CDU/CSU û SPDyê li ser hikûmeta koalîsyonê a nû li hev kir.
Li Almanyayê gaveke girîng a ji bo damezrandina hikûmeta koalîsyonê a nû hat avêtin.
Li Almanyayê Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyanan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD), protokola koalîsyonê îmze kir û wan dest bi pêvajoya damezrandina hikûmetê kir.
Protokola koalîsyonê, wekî peymana 144 rûpelî ku dê paşeroja Almanyayê diyar bike, li Berlînê bi merasîmekê hat erêkirin.
Serokê Giştî yê CDUyê Friedrich Merz ku dê bibe Serokwezîrê hikûmeta koalîsyonê ya nû, di daxuyaniya xwe de anî ziman ku armanca koalîsyonê bi reform û hilberîninên nû Almanyayê ber bi pêş ve bibe.
Friedrich Merz diyar kir ku hikûmet dê bi awayekî xurt û plankirî dest bi kar bike û dê girîngiyê bide dilgiraniyên xelkê û dengê Almanyayê li Ewropa û cîhanê bide bihîstin.
Her wiha wî tekez kir ku Almanya dê ji bo projeyên Yekîtiya Ewropayê beşdariyeke bihêztir bike.
“Aborî û koçberî mijarên herî girîng in”
Hevserokê SPDyê Lars Klingbeil jî ragihand ku hikûmet dê di demeke kin de dest bi kar bike û dê bi taybetî girîngiyê bide aboriyê.
Her wiha wî anî ziman ku Almanya welatekî koçberiyê ye û her kesê ku li wir dijî û xwe bi civakê re guncan dike, beşek ji Almanyayê ye.
Bi gotina Klingbeil hikûmet dê bala xwe bide ser hêsankirina jiyana xelkê.
Protokola koalîsyonê hat parvekirin
Li Almanyayê piştî hilbijartinên pêşwext ên 23yê Sibatê, CDU/CSU û SPDyê dest bi gotûbêjên ji bo damezrandina hikûmeta koalîsyonê kiribûn û 9ê Nîsanê protokola koalîsyonê bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Piştre, partiyên têkildar protokol erê kir û rêya hikûmeta nû jî vebû.
Tê gotin ku kabîneya nû dê sibe piştî ku Friedrich Merz wekî serokwezîr bê hilbijartin û sond bixwe, dest bi erkê xwe bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse