Hewlêr (Rûdaw) – Vê sibehê piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê petrola brent daket.
Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur 26 sentan daket û her bermîlek bi 64 dolar û 66 sentan hat firotin.
Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 33 sentan daket û bi 60 dolar û 16 sentan hat firotin.
Civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping a li Koreya Başûr bi dawî bû lê her du welatan hîn derbarê encama civînê de ti daxuyanî nedaye.
Li gorî daxuyaniyên berê yên rayedarên Amerîkayê, bi taybetî Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent her du welatan li ser sivikkirina pirsgirêkên xwe yên bazirganiyê li hev kiribû.
Donald Trump beriya destpêkirina civînê ragihandibû ku ew li hêvî ye bi Xi Jinping re li hev bike.
Tevî daketina bihayê petrolê, her peymana demdirêj a di navbera Çîn û Amerîkayê de dikare piştgiriyê bide bihayê petrolê.
Peymana wiha dê bibe sedem ku metirsiyên li ser tundbûna şerê bazirganiyê û hêdîbûna aboriya cîhanê ji holê rabin.
Li aliyê din, kêmkirina rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve jî dikare piştgiriyê bide bihayê petrolê, ji ber ku ew dabînkirina sermayeyê ji bo kompanyayên petrolê hêsantir dike.
Tevî van faktorên erênî, bazara petrolê hîn jî ji ber zêdebûna dabînkirina petrolê bi fikar e, bi taybetî ji hilberînerên endamên hevpeymaniya OPEC Plusê dilgiran in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse