Rûsya xwe ji bo "Roja Serkeftinê" amade dike

06-05-2022
RÛDAW
Nîşan Roja Serkeftinê Rûsya Ukrayna Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Rûsyayê amadekariyan ji bo pîrozbahiya salvegera bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyem li meydana Manezhnaya ya Moskowê ku ew wek Roja Serketinê’ bi nav dikin dike.

Di Roja Serkeftinê de pîrozbahî dê bi bilindkirina ala Yekîtiya Sovyetan birêve biçin.

Efserê xanenişîn General Akhat Esedudîn di derbarê wê rojê de got, "Roja serkeftinê ji bo hemû welatê me û hemû gelê me rojeke girîng e, ji ber ku bav û kalên me şer kirine û gelek kes venegeriyane, ji ber vê yekê ev roj ji bo me rojeke pîroz e."

Hat diyarkirin ku roja Duşemê 9ê Gulana 2022an dê li Meydana Sor a Moskowê jî bi meşên leşkerî û nimayîşa bi çekên giran pîrozbahî were li dar xistin.

Di Roja Serketinê ya îsal de, ji bilî pîrozbahiya bidawîbûna şerekî berî 77 salan ku Rûsan Alman têkşikandibûn, dê Rûsya leşkerên xwe yên ku niha li Ukraynayê şer dikin jî bibîr bîne.

Şêniya Moskowê Olga Egorova anî ziman, "Ya girîng ew e ku leşkerên me hay ji xwe hebin û em ê jî bi wan re bin ku wek çawa bav û kalên me Nazî têk birin."

Yekîtiya Sovyetan di sala 1917an de ava bû ku 15 welat di nav de bûn û Ukrayna jî parçeyek ji wê bû lê sala 1991an piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetan, wek welatên din ên yekîtiyê Ukraynayê jî serxwebûn bi dest xist.

Amerîka destnîşan dike, Rûsya dixwest roja Duşemê li kolanên Kyivê Roja Serketinê pîroz bike lê di şer de bi ser neket û negihîşt armanca xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst