Şerê Hindistan û Pakistanê gur dibe: Gelek kuştî hene

08-05-2025
RÛDAW
Nîşan Hindistan Pakistan Şer Keşmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de her ku diçe gurtir dibe û di nav 2 rojan de herî kêm 44 kes hatin kuştin.

Artêşên Hindistan û Pakistanê li herêma Keşmîra ku lê ser nakokî heye, li ser xeta sînor dîsa rûbirûyî hev bûn.

Pevçûn piştî êrişa mûşekî ya ku Hindistanê şeva Sêşemê li ser herêmên Keşmîrê yên di bin kontrola Pakistanê de kir dest pê kir û bi bersivdayîna her du aliyan bi çekên giran ve tundtir bû.

Artêşa Hindistanê di daxuyaniya xwe ya roja pêncşemê de ragihand ku hêzên Pakistanê bêyî ti provokasiyon bi çekên sivik û topxaneyan êrişî herêmên sînorî kiriye û wan jî bi awayekî guncav bersiv daye.

Hat ragihandin ku pevçûn piştî êrişa mûşekî ya Hindistanê ya li ser kempeke li axa Pakistanê dest pê kiriye.

Hindistanê diyar kir ku ev êriş bersiveke li hemberî êrişa çekdarî ya ku meha borî li ser axa wê pêk hat û ku bûbû sedema mirina 26 kesan.

Hindistan berpirsiyariya êrişê dixe ser milê komên çekdar ên ku ji aliyê Pakistanê ve têne piştgirîkirin lê Pakistan vê tawanbariyê red kir.

Roja piştî êrişa mûşekî ya Hindistanê, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf di axaftina xwe ya li parlamentoyê de got ku dê "tola xwe ji Hindistanê wergirin" û wiha domand: "Xwîna van şehîdan dê li erdê nemîne."

44 kes hatin kuştin

Hat ragihandin ku di pevçûnên du rojên dawî de herî kêm 44 kes mirin.

Pakistanê ragihand ku di bombebaran Hindistanê de 31 sivîl hatine kuştin.

Aliyê Hindistanê jî daxuyand ku di encama êrişên Pakistanê de herî kêm 13 kes hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Hindistanê di daxuyaniya xwe ya roja çarşemê de diyar kir ku di êrişên li ser kempên leşkerî yên komên çekdar ên bi navên Ceyş-î Mihemed û Leşker-î Teyyîbe de herî kêm 70 çekdar hatine kuştin.

"5 balafir hatin xistin"

Li hêla din, artêşa Pakistanê îdia kir ku wan sibehê çarşemê 5 balafirên şer ên Hindistanê li herêma sînorî xistine xwarê.

Lê Hindistanê bi fermî ev îdia piştrast nekir.

Rayedarekî payebilind ê ewlehiyê yê Hindistanê piştrast kir ku 3 balafir li ser axa Hindistanê ketine xwarê.

Li herêmê ku metirsiya şerekî nû zêde dibe, civaka navneteweyî ji aliyan xwest ku hişyar bin û bi lezgînî dawî li pevçûnan bînin.

Pirsgirêka Keşmîrê

Ji sala 1947an ve piştî perçebûnê, Hindistan û Pakistan ji ber îdiayên serweriyê li ser Keşmîrê gelek caran li ber deriyê şer bûn.

Nêzîkî ji sedî 55ê şêniyên Keşmîrê ku piraniya wan misilman in di bin kontrola Hindistanê de ne û ji sedî 30 jî di bin kontrola Pakistanê de ne.

Li Keşmîra ku misilman lê zêde ne, meylekê berdewam a ji bo veqetîna ji Hindistanê û beşdarbûna Pakistanê balê dikişîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst