Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pakistanê ragihand ku ji doh êvarê ve 25 dronên cureya "Harop" ên Hindistanê hatine têkbirin.
Di daxuyaniya Yekîneya Têkiliyên Gel a Artêşa Pakistanê (ISPR) de hat ragihandin ku Hindistanê êrişî Pakistanê kiriye.
Hat diyarkirin ku artêşa Pakistanê heta niha 25 dronên "Harop" ên Hindistanê xistine û pêvajoya komkirina bermayiyên wan jî li herêmên cuda yên welêt berdewam dike.
Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, Birêvebirê Giştî yê Yekîneya Pêwendiyên Gel ê Artêşa Pakistanê General Ehmed Şerîf Chaudhry, derbarê aloziya di navbera Hindistan û Pakistanê de daxuyaniyeke nû da.
Chaudhry diyar kir ku ji şevê ve Hindistanê balafirên dronên "Harop" şandine gelek xalên Pakistanê û ev yek kiryareke din a eşkere ya êrişkariya leşkerî ye.
Chaudhry anî zimên ku artêşa Pakistanê di rewşa hişyarî û haziriyê de ye û 4 leşkerên Pakistanê di êrişa dronî ya ser bajarê Lahorê de birîndar bûne.
Li gorî gotina Chaudhry, li herêma Mianoyê ya girêdayî parêzgeha Sindê jî sivîlek birîndar bûye û sivîlek jî miriye.
Artêşa Pakistanê da zanîn ku dron li bajarên Lahor, Attock, Gujranwala, Bahawalpur ên girêdayî parêzgeha Pêncabê û herêma Chakwal a bajarê Karachiyê yê girêdayî parêzgeha Sindê û herêmên Miano û Chor hatine xistin.
Artêşê eşkere kir ku di nav xalên ku dron lê hatine xistin de bajarê Rawalpindiyê jî heye ku 15 kîlometre nêzîkî paytexta Îslamabadê ye.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanê ragihand ku li ser Hêla Kontrolê (LoC) a ku sînorê de facto ye, zêdetirî 50 leşkerên Hindistanê hatine kuştin û du baregahên artêşa Hindistanê hatine rûxandin.
Çavkaniyan diyar kir ku Pakistan dê li her cih û dema ku bixwaze Hindistanê bike armanc û got, "Ev kiryarên bêexlaqî dê bê bersiv nemînin."
Li bajarê Attockê di êrişa dronî de kesek hat kuştin
Şêwirmendê Pêwendiyên Navneteweyî û Medyayê yê Serokwezîrê berê Îmran Xan, Syed Zulfîqar Buxarî eşkere kir ku di êrişa balafirên dron a li Attockê de karmendekî wan miriye.
Dronên "Harop" wekî dronên kamîkaze ango xwekuj tên zanîn û ji aliyê Saziya Hewayî û Fezayî ya Îsraîlê (IAI) ve hatine bipêşxistin.
Êrişa Hindistanê ya li ser Pakistanê
Hindistanê 6ê Gulanê bi hinceta tolhildana êrişa 22yê Nîsanê ya ku li herêma Pahalgramê çêbûbû û 26 kes hatibûn kuştin bi mûşek û balafiran êrişî Pakistanê kir.
Di êrişa Hindistanê de herêma Keşmîra Azad a di bin kontrola Pakistanê jî bi mûşek û balafiran hat armanckirin.
Artêşa Hindistanê diyar kir ku wan 9 hedef ên ku wekî "avahiyên terorî" pênase kirine bombebaran kirine lê birêveberiya Îslamabadê ragihand ku 6 xalên aîdî sivîlan hatine armanckirin û 26 kes mirine.
Artêşa Pakistanê eşkere kir ku di dema êrişê de wan 5 balafirên şer ên Hindistanê xistine lê Hindistanê ev yek piştrast nekir.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di civîna kabîneyê de ku bi serperiştiya wî çêbû, êrişên leşkerî wekî "Operasyona Sindûr" bi nav kirin û ev operasyon wekî kêliyeke şanaziyê pênase kir.
Li gorî ferhengên Hindî, peyva "Sindûr" tê wateya toza sor a ku jinên Hindû yên zewicî li ser eniya xwe didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse