Hewlêr (Rûdaw) – Biraziya rêberê berê yê El Qaîdê Osama Bin Ladin a bi navê Noor Bin Ladin ragihand ku ew di hilbijartinê serokatiya Amerîkayê de piştevaniya Donald Trump dike û bi gotina wê eger berbijêrê Partiya Demokrat Joe Biden, di hilbijartinên 3yê Mijdarê de serbikeve, “dibe ku êrişên weke 11ê Îlonê dîsa rû bidin.”
Biraziya rêberê berê yê El Qaîdê Osama Bin Ladin, Noor Bin Ladîn di hevpeyvîneke ligel rojnameya New Yok Postê de ragihand ku ew hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku biryar e 3yê Mijdara 2020an bên encamdan, piştevaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump dike.
Noor Bin Ladin anî ziman ku Trump, Amerîkayê li hemberî gefên derveyî wî welatî diparêze û ew ji sala 2015an ve piştevaniya wî dike û got: “Ew kesekî xweragir e û ez heyranê vê taybetmendiya wî me. Trump ji bo paşeroja şaristaniya rojavayî gelek girîng e.”
Noor Bin Ladin îdia dike ku eger berbijêrê Partiya Demokrat Joe Biden, di hilbijartinên 3yê Mijdarê de serbikeve, “dibe ku êrişên weke 11ê Îlonê dîsa rû bidin.”
Bi gotina Noor Bin Ladin ew ji dilê xwe ve kesek Amerîkî ye û Amerîka ne welateke nijadperest e.
Noor Bin Ladin herwiha got: “Tevî ev navê li ser min heye, ti caran ezmûneke min a xirab ligel Amerîkiyan nebûye. Berevajiyê wê ez li hemberî camêrî û xweşbiniya wan hejmetkar dimînim.”
Noor Bin Ladin ku li Swîsreyê dijî di kampanya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de gelek caran piştevaniya xwe bo Trump nîşan dide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse