Erdogan ji Serokwezîrê Pakistanê re telefon vekir

07-05-2025
RÛDAW
Nîşan Hindistan Pakistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê di pêwendiyeke telefonî ya li gel Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf de şer û aloziyên dawî yên di navbera Pakistan û Hindistanê de gotûbêj kirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf re telefon vekiriye.

Li gorî daxuyaniyê Erdogan û Şerîf di pêwendiya telefonî de li ser aloziyên di navbera Hindistan û Pakistanê de, êrişa şeva 6ê Gulanê ya Hindistanê ya li Pakistanê û pêşhatên dawî gotûbêj kirine.

Serokkomarê Tirkiyeyê hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo Pakistanê aniye ziman û ji bo welatiyên Pakistanê yên di êrişa Hindistanê de mirine sersaxî xwestiye.

Recep Tayyîp Erdogan diyar kiriye ku ew piştgiriya helwesta Pakistanê dikin û tekez kiriye ku pêwîst e derbarê “êrişa terorî ya Cammu-Keşmîrê” de lêkolîneke zelal, pêbawer û bêalî ya navneteweyî bê kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha ji Serokwezîrê Pakistanê re gotiye ku ew amade ne ji bo rêgirtina li ber zêdebûna aloziyan her karê ku ji destê wan tê bikin û dê di pêwendiyên xwe yên dîplomatîk ên di vî warî de berdewam bin.

Hindistanê ragihand ku roja Sêşemê bi 24 mûşekan êrişî 9 deverên cuda yên Keşmîrê kiriye.

Li gorî artêşa Pakistanê, di encama êrişa mûşekî ya Hindistanê de 26 sivîl hatine kuştin û 46 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Pakistanê jî di bersiva vê êrişê de çend dever bi topan kiriye armanc û li gorî zanyariyan di encamê de 15 kes hatin kuştin û 43 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst