Êrişkar: Ez dixwazim jinên dilşad bikujim

07-08-2021
RÛDAW
Nîşan Japon Eriş Jinên Dilşad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tokyoya paytexta Japonê, di trênekê de kesekî bi kêrê êrîşî rêwiyan kir û 10 rêwiyên trênê birîndar kir û dibêje “Min xwest jinên dilşad bikujim”

Li Tokyoyê kesêkî 36 salî roja Înê demjimêr derdora 9ê êvarê di trênê de bi kêrê êriş bir ser rêwiyan di encamê de 10 kes birîndar bûn. Piştre êrişkar ji aliyê Polîsan ve hat girtin.  

Polîsê Japonê diyarkirin ku êrişkarê 36 salî xwestiye “jinên dilşad” bikuje.

Êrişkar di îfadeyên xwe de ji polîsan re wiha gotiye “Şeş sal berê min his kir ku ez dixwazim jinên dilşad bikujim. Tenê min dixwest gelek mirovan bikujim.”

Herwiha beşa agirkujê ya Tokyoyê ragihand ku 9 kes ji wan birîndaran bo nexweşxaneyeke nêzîk hatine veguhestin û yekî ji wan birîna wê sivik bû û pêdiviya wî bi nexweşxaneyê nebû.

Piştî êrişê kesê tawanbar çûbû xwe li firoşgehekê veşartibû û xwediyê wê firoşgehê dema xwîn li ser cilên wî dîtibîne, peywendiyê bi polîsan re datîne û polîs tên û ew kes digrin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst