Balyozê Amerîkayê ji Rûdawê re behsa projeya Tengava Humizê kir

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Amerîka Tengava Hurmizê Mike Waltz
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên "Projeya Azadiyê" ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo parastina keştiyên li Tengava Hurmizê kir.

Mike Waltz da zanîn ku projeya wan dê hevkariya îstixbaratî, hevkariya parastinê û hevahengiya temam pêşkêşî keştiyan bike.

Nûçegihanê Rûdawê yê li New Yorkê Namo Ebdulah di konfransekê de ku li gel rojnamegerên Neteweyên Yekbûyî bi rêya telefonê hat kirin, li ser mijara "rênîşanderiya" keştiyan û dema projeyê pirsek ji Balyozê Amerîkayê kir.

Alîkarî dê çawa bin?

Mike Waltz di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de diyar kir ku tevî ku hûrgiliyên operasyonî dê li cem Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bin dê alîkariyeke berfireh pêşkêşî keştiyevanan bê kirin û got:

“Di nav van de zanyariyên îstixbaratî yên derbarê cihên metirsiyê, şiyana parastinê, bikaranîna dronan û wênekişandin ji bo dîtina rêyan hene.

Her wiha dê navendeke hevahengiyê jî hebe ku agahiyên herî nû bide."

Balyozê Amerîkayê tekez kir ku ev mîkanîzmayeke parastin û mirovî ye û eşkere kir ku "Tenê îro serê sibehê du keştiyên Amerîkayê yên ji cureya Destroyer (Têkşikêner) ji bo destpêkirina van alîkariyan di Tengava Hurmizê re derbas bûne."

Pirsgirêka mayînên Îranê û çareseriya demdirêj

Mike Waltz li ser pirsa ka ev çareseriyeke demkurt e an demdirêj e, ragihand ku ew niha çarçoveyeke demdirêj amade dikin û li ser biryarnameyeke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dixebitin.

Balyozê Amerîkayê êrişî Îranê kir û got, "Pirsgirêkeke me ya mezin heye, aliyekî şer (Îran) rêyeke navneteweyî ya avî mayîn kiriye.

Ev nayê qebûlkirin. Em bangî Îranê dikin ku cîhanê agahdar bike ka ew mayîn li ku ne, çimkî em di wê baweriyê de ne ku di hinek rewşan de ew bi xwe jî nizanin li ku ne."

Bangî welatên Kendavê tê kirin

Waltz diyar kir ku ew dixwazin civaka navneteweyî û welatên Kendavê, yên ku herî zêde zererê dibînin di eşkerekirina kiryarên neyasayî yên Îranê de li gel wan bin û wiha pê de çû:

"Pêwîst e destûr bê dayîn da ku em van rêyên avî paqij bikin û wan ji bo komên sivîl û navneteweyî yên bêtawan ewle bikin."

Mike Waltz Di dawiya bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de tekez kir ku armanca wan ew e ku vê parastinê ji bo paşerojê bikin "rêbazek" da ku ti welat nikaribin rêyên navneteweyî yên avî bixe metirsiyê.

"Projeya Azadiyê" ji bo vekirina Tengava Hurmizê yekşemê ji aliyê Donald Trump ve hatibû ragihandin.

Duşemê CENTCOMê eşkere kir ku wan dest bi bicihanîna projeyê kiriye û di Tengava Hurmizê re derbas bûne.

Îranê ragihandibû ku wan li keştiyeke Amerîkayê xistiye lê Washingtonê ev yek red kiribû.

Îmarat û Korêya Başûr jî ragihandibûn ku keştiyên wan rastî êrişan hatine, yên ku xwestine di Tengava Hurmizê re derbas bibin lê hîn ziyan nehatine eşkerekirin.

Îmaratê Îran bi vî êrişî tometbar kir lê Koreya Başûr dibêje ku guman heye desteke derveyî li pişt êrişê be.

Pirsa Rûdawê û bersiva Balyozê Amerîkayê

Rûdaw: Gelek spas, Birêz Balyoz, ji bo vê konfransa çapemeniyê ya girîng. Du pirsên min hene. Projeya Azadiyê behsa rênîşanderiya keştiyan dike. Rênîşanderî bi temamî tê çi wateyê? Ma Amerîka dê parastina deryayî rasterast dabîn bike, tenê dê hevahengiya wextê rastîn  bike yan jî tevlîheviyek ji her duyan be? Her wiha, kîjan cure keştî yan keştiyên kîjan welatan mafê vê alîkariyê heye? Pirsa min a duyem ev e, ma ev tenê karekî demkurt e? Ez dizanim te got ku hûn li ser biryarnameyeke Konseya Ewlehiyê dixebitin lê gelo ev dê bibe beşek ji çareseriyeke demdirêj?

Mike Waltz: Spas. Ez hûrgiliyên operasyonî ji CENTCOMê re dihêlim. Ez wisa difikirim ku dê Fermandarê CENTCOMê di demeke nêzîk de brîfîngekê bide ku eger heta niha nedabe.

Bi giştî, komeke berfireh ji alîkariyan heye ku em dikarin pêşkêşî van deryavanan bikin. Di nav van de zanyariyên îstixbaratî yên li ser cihê metirsiyan, şiyana parastinê, bikaranîna dronan, wênekişandin ji bo alîkariya rênîşanderiyê, her wiha navendeke hevahengiyê ya ji bo nûkirina pêzanînan. Lewma, gelek tişt hene ku em pêşkêş dikin.

Ez bawer dikim ku du keştiyên me yên Destroyer îro serê sibehê di tengavê re derbas bûn da ku di van mijaran de alîkariyê bikin. Lê ez dixwazim zelal bim, ev mîkanîzmayeke parastinî û mirovî ye.

Rûdaw: Birêz Balyoz, ez hêvî dikim ku tu piçekî din jî li ser wê yekê biaxivî ka tu dizanî ev dê çawa were domandin? Gelo ev dikare bibe beşek ji çareseriyeke demdirêj?

Mike Waltz: Baş e, ew beşek ji wê yekê ye ku hûn di çarçoveya azadiya me ya deryayî de dibînin. Em niha çarçoveyeke demdirêj amade dikin. Dîsa dibêjim, ev jî beşek ji wê biryarnameyê ye.

Gotûbêjên me yên berdewam li ser rewşa bernameya atomê ya Îranê hene. Ew niha navenda pirsgirêkê ye.

Lê bêyî guhdana wê yekê, niha pirsgirêkeke me ya din heye ku aliyekî milmilaneyê rêyeke avî ya navneteweyî mayîn kiriye û ev nayê qebûlkirin.

Em dixwazin civaka navneteweyî û welatên Kendavê, yên ku herî zêde rasterast zererê dibînin, bi me re bin di eşkerekirina wê de ku ev neyasayî ye û nayê qebûlkirin . Bangî Îranê bikin ku cîhanê agahdar bike ka ew mayîn li ku ne, heta wê radeyê ku bi xwe dizanin, ji ber ku em bawer in di hinek rewşan de ew bi xwe jî nizanin.

Her wiha, pêwîst e destûr bê dayîn da ku em di paqijkirin û ewlekirina van rêyên avî de ji bo komên sivîl û navneteweyî yên bêtawan alîkar bin.

Hemû ev tişt beşek in ji avakirina çareseriyeke demdirêj. Bêguman ji bo paşerojê jî divê em vê bikin rêbazek da ku ti welat nikaribin karekî bi vî rengî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst