Medyaya Îsraîlê: Diyaloga Washington û Hemasê ji nû ve dest pê kir

07-09-2025
Nîşan Washington Hemas Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îsraîlê ragihand, piştî navbera ku çend hefteyan ajot di rojên dawî de dan û standinên di navbera Amerîka û Hemasê de ji nû ve dest pê kiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya Israel Hayomê ya ku xwe dispêre çavkaniyên Amerîka û Ereban, her çend pêwendiyên di navbera Washington û Hemasê de ji nû ve dest pê kiribin jî birêveberiya Amerîkayê dê rê li ber pêşveçûna Îsraîlê ya li Xezeyê negire.

Di nûçeyê de hat gotin ku destpêkirina dan û standinan piştî wê yekê tê ku navbeynkarên wekî Misir û Qeterê nekarîbû ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê formulekê bibînin.

Hat ragihandin ku helwesta Amerîkayê li ser wê nêrînê ye ku “Şer tenê bi lihevkirineke berfireh a ku berdana hemû dîlgirtiyan garantî dike dikare bi dawî bibe” û Washingtonê di vê çarçoveyê de peyam daye ku divê pêvajoyeke lezgîn a mizakereyê bi Îsraîlê re dest pê bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh ragihandibû ku ew derbarê pevguhertina dîlgirtiyan de bi Hemasê re di nava dan û standinan de ne û wan daxwaza berdana hemû dîlgirtiyan kiriye.

“Hemû dîlgirtiyan yekser berdin”

Trump li ser pirseke derbarê Xezeyê gotibû, “Em bi Hemasê re di nav dan û standinên gelekî tund de ne.

Me ji wan re got, ‘Hemû dîlgirtiyan yekser berdin, wê demê dê tiştên gelekî baştir bibin, eger hûn hemûyan bernedin dê rewş gelekî xera bibe.’”

Trump diyar kiribû ku di van dan û standinan de ew ji bo berdana 20 dîlgirtiyan bi Hemasê re diaxivin û her wiha gotibû ku li gorî wan 30 dîlgirtiyên din jî mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst