Boko Haramê 63 kes kuştin

07-09-2025
Nîşan Nîjerya Kuştin Boko Haram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku li bakurrojhilatê Nîjeryayê di êrişa Boko Haramê de 63 kes hatine kuştin ku 5 ji wan leşker in.

Parêzgarê Eyaleta Bornoyê Babagana Zulum çû Darajamala li herêma Bamayê ku Boko Haramê 5ê Îlonê êrişî kiribû.

Zulum di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrişê de 63 kes hatine kuştin ku 5 ji wan leşker in.

“Ev civak beriya çend mehan li vir bi cih bûbû”

Zulum anî zimên ku êriş rewşeke gelekî xemgîn e û got:

“Ev civak beriya çend mehan li vir bi cih bûbû û çalakiyên xwe yên asayî didomandin lê mixabin rastî êrişa Boko Haramê hat.

Armanca serdana me ew e ku em li ser derdê wan runin û berxwedana wan xurt bikin.”

Zulum bal kişand ser zehmetiyên di têkoşîna li dijî nearamiyê de û xwest ku yekîneyên nû demildest werin wezîfedarkirin da ku piştgiriyê bidin artêşê û civakên bêparastin biparêzin.

Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê (NAF) jî doh di operasyoneke hewayî de li gundê Dar-El-Jamalê yê li herêma Bamayê 30 çekdar kuştibûn.

Boko Harama ku ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê heye, ji sala 2009an û vir ve di çalakiyên xwe yên girseyî de bi deh hezaran kes kuştine.

Rêxistin ji sala 2015an û vir ve li welatên cîran ên wekî Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne.

Di êrişên rêxistinê yên li Hewza Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes mirine.

Ji ber êriş û pevçûnan bi sed hezaran kes neçar mane ku koçber bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst