Almanya (Rûdaw) – Hikûmetên Almanya û Danmark 48 jin û zarokên malbatên DAIŞê ji Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê wergirtin û vegerandin wan welatan. Wezîrê Derve yê Almanyayê jî spasiya Rêveberiya Xweser dike.
Li gor zanyariyan, hikûemta Almanyayê 23 zarok û 8 jin û hikûmeta Danmarkê jî 14 zarok û 3 jin, ji Kampa Roj a di bin desthilata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de, vegerandine Almanya û Danmarkê.
Wezareta Derve ya Almanyayê îro Pêncşemî 7ê Cotmeha 2021an bi îmzeya Heiko Maas Wezîrê Derve yê welat, daxuyaniyek weşand, ku têde Maas dibêje, “Kêfxweşim ku me karî îşev 23 zarokên din ên Almanî û 8 ji dayikên wan ji Kampa Roj a li Bakurê Sûriyê vegerînin Almanyayê.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ti tawaneke zarokan nîne û tê gotin, “Ev rast e ku em her tiştî bikin ji bo ku ji wan (zarokan) re jiyaneke bi istiqrar û jîngeheke baş bê berdestkirin.”
Têkildarî rewşa jinên ku bo Almanyayê hatine vegerandin, di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ew dê bên darizandin. Wezareta Derve ya Almanyayê daye xuyakirin, “Ew dayik divê li pêşberî dadgehê berpirsatiya kiryarên xwe qebûl bikin. Piraniya wan piştî gihîştine Almanyayê, bo girtîgehê hatine veguhastin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û Wezîrê Derve yê Alamanyayê spasiya Rêveberiya Xweser dike û dibêje, “Rewşa navçeyê pir zehmet e. Bi milyonan kes li ser alîkariyên mirovî dijîn. Ji ber pandemiya koronayê û herifîna aborî, rewş dijwartir jî bûye. Me peywendî li gel xelkê Sûriyê û aliyên xwecihî kiriye, rojane rastî astengiyên tund tên. Aliyên xwecihî yên ku me têkilî bi wan re kiriye û berî hemûyan jî Rêveberiya Xweser a Kurdî, em spasiyên mezin pêşkêşî wan dikin, ji ber ku di mehên bihorî de piştgirî li amadekariyên me yên berfireh kirin.”
Heiko Maas, Wezîrê Derve yê Almanyayê herwiha spasiya Amerîka û Danmarê jî dike ku di operasyonê de beşdar bûne û dibêje, “Ne tenê ji bo me, lê belê ji bo hemû beşdaran ev karekî giran bû. Ez spasiya hevbeşên me yên Danmarkî dikim, ku me bi hev re karê vegerandinê kiriye, herwiha spasiya hevbeşên me yên Amerîkî dikim ji ber piştgiriya locestîkî.”
Di heman operasyonê de 14 zarok û 3 jinên Danmarkî jî ji Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê bo Danmarkê hatine vegerandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse