Hewlêr (Rûdaw) - Li Washingtona paytexta Amerîkayê, hejmareke zêde ya welatiyan û şêniyên eyaletên cuda, ji bo nerazîbûna li hemberî biryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump, daketin kolanan.
Xwenîşanderan nerazîbûna xwe ya li hemberî kêmkirina alîkariyên darayî ya ji bo feqîran, derxistina hejmarek karmendên hikûmeta federal û biryarên li dijî koçberan nîşan da.
Xwenîşanderan bi dirûşma "Divê Trump biçe", Donald Trump wekî "faşîst" bi nav kir û xwest ku dest ji erkê xwe berde.
Xwenîşanderekî ji Rûdawê re got:
"Ez li vir im, çimkî Donald Trump ji bo me bûye cihê şermezariyê.
Ew li şûna ku girîngiyê bide welatiyên vî welatî, zêdetir girîngiyê dide dijminên me."
Xwenîşandereke jin jî anî ziman:
"Pêwîst e em hemû li dijî faşîzmê dakevin kolanan.
Divê em dawî li vê rejîmê bînin ku destwerdanê di her tiştê civaka me de dike û êrişî xelkê bêguneh dike."
Dema herî dirêj a girtina hikûmetê ya di dîroka Amerîkayê de
Ev xwenîşandan hemdemê bi girtina hikûmeta Amerîkayê re ku nêzîkî 40 rojan e girtî ye û wekî dema herî dirêj a girtina hikûmetê ya di dîroka wî welatî de tê hejmartin.
Ev 40 roj in ku karmendan mûçeya xwe wernegirtiye.
Hêzeke ewlehiyê ya taybet ji bo parastina xwenîşanderan hatiye belavkirin û beşek ji kolanan hatine girtin.
Xwenîşander li nêzîkî Koşka Spî kom bûn û wekî nîşaneke lêgerîna edaletê, ber bi avahiya Dadgeha Bilind a Amerîkayê ve meşiyan.
Xwenîşandereke din ji Rûdawê re got.
"Em li vir in da ku nîşan bidin ku wêrekî bandorê dike.
Dema em bi hev re bin, em bihêz in.
Hêz di yekîtiya me de ye û kes di rûbirûbûna van zehmetiyan de ne bi tenê ye."
Ev nerazîbûn piştî wan hilbijartinên şaredarî û parêzgariyê yên li hinek eyaletan tê ku berbijêrên Demokratan serkeftineke mezin bi dest xistibûn.
Vê yekê hiştiye ku hinek şîrovekar bêjin, pêwîst e Donald Trump û Komarî guh bidin van dengên nerazî, berî ku nerazîbûn berfirehtir û bihêztir bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse