Hewlêr (Rûdaw) - Li Jakartaya paytexta Endonezyayê, di dema nimêja înê de li mizgefta kampusa dibistanekê teqîn çêbûn û li gorî agahiyên destpêkê 54 kes birîndar bûne.
Li mizgefta kampusa dibistaneke li baregeheke deryayî ya li Jakartayê, di dema nimêja înê de gelek teqîn çêbûn.
Polîsên herêmê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê di teqînan de 54 kes birîndar bûne ku piraniya wan xwendekar in.
Hat ragihandin ku birînên piraniya birîndarên ku rakirine nexweşxaneyê sivik in û rewşa 3yan ji wan giran e.
Gumanbarek hat tesbîtkirin
Li gorî nûçeya ajansa Antarayê ya Endonezyayê, Şefê Polîsê Neteweyî Listyo Sigit Prabowo li Jakartayê ji rojnamegeran re axiviye û derbarê lêpirsîna ku li ser teqînan hatiye destpêkirin de agahî dane.
Prabowo diyar kiriye ku di bûyerê de ti kes nemiriye û ragihand ku polîsan kesek tesbît kiriye ku guman jê tê kirin ku pêwendiya wî bi teqînan re hebe.
Prabowo eşkere kir ku gumanbar di bûyerê de bi giranî birîndar bûye û ji ber ku emeliyat dibe hîn lêpirsîna wî dest pê nekiriye lê hûrgiliyên derbarê nasnameya wî tên lêkolînkirin.
Prabowo ragihand ku li cihê bûyerê rastî tiştên gumanbar ên ku nivîs li ser wan hebûn hatine û diyar kir ku dê ev tişt bên lêkolînkirin da ku armanc û rêbaza gumanbar were diyarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse