Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî madalyaya rûmetê pêşkêşî çend hunermendên navdar kir.
Di nav wan de lîstikvanê navdar ê fîlmên aksiyonê Sylvester Stallone jî hebû.
Donald Trump xelatgirên îsal wekî kesên "herî jêhatî û navdar" pênase kirin.
Merasîm roja şemiyê li Ofîsa Girover bi rê ve çû.
Trump wergirên Xelata Navenda Kennedyê ya sala 2025an pêşwazî kirin.
Ji bilî Sylvester Stallone, madalya ji bo koma rockê Kiss, stranbêj Gloria Gaynor û George Strait û lîstikvan û stranbêj Michael Crawford hatin dayîn.
Trump girîngiyeke taybet da Sylvester Stalloneyê ku dostaniyeke wan a kevn heye.
Stalloneyê ku bi karakterên "Rocky" û "Rambo" bûye semboleke sînemaya cîhanî, ji aliyê Trump ve wekî yek ji stêrkên herî mezin hat nasandin.
Trump li ser xelatgiran got:
"Ev komeke sembolên rastîn in ku kar û destkeftiyên wan bûne sedema bilindkirin, îlham û yekkirina bi milyonan Amerîkî.
Ji mêj ve ye ez heyranê hemûyan im."
Berovajî heyama yekem a serokatiya xwe ku pişta xwe dabe vê navendê, vê carê Trump guhertinên zêde di Navenda Kennedy de kirine.
Ew madalyaya nû ya ku Trump kir stûyê Stallone û hunermendên din, ji aliyê şirketa navdar Tiffany & Coyê ve hatiye dîzaynkirin.
Madalya ji zêr hatiye çêkirin û bi qurdeleyeke şînê tarî ve daliqandiye.
Ev yek ji qurdeleyên rengîn ên salên borî cuda ye.
Trump ji meha Kanûna Paşîn ve Desteya Juriyan a navendê guhertiye û alîgirên Komarî li şûna wan danîne, her wiha xwe wekî serokê desteyê hilbijartiye.
Di bûyereke balkêş a dema merasîmê de, dema ku George Strait xwest şewqeya xwe ji bo wergirtina madalyayê derxe, Trump midaxele kir.
Trump jê re got, "Eger tu bixwazî bila li ser serê te be, em dikarin madalyayê derbas bikin."
Lê Strait ji bo rêzgirtinê şewqeya xwe derxist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse