Dusseldorf (Rûdaw) - Ferhadê Kurd û hevjîna wî ya Arnawid Dîran, li ser torên civakî bûne navên naskirî û fenomen.
Ew çîrokên xwe bi zimanê Kurdî vedibêjin û behsa jiyana xwe ya li bajarê Duisburgê yê Almanyayê dikin.
Ferhad û Dîranê çîroka xwe ji temaşevanên Rûdawê re vegot.
Firat zilamekî Kurd e û xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew ji destpêka 2004an ve li Almanyayê dijî û jiyana wî ji sifirê dest pê kiriye.
Ferhad şanaziyê bi wê yekê dike ku ew yekem gencê Kurd ê gundê xwe bûye ku hatiye Almanyayê.
Ferhad bi kêfxweşî behsa hevjîna xwe Dîranê dike ku keçeke ji Arnawidistanê ye û gelekî bi baş fêrî zimanê Kurdî bûye.
Ferhadê Kurd got, "Her dema ku ez dibînim xanima min a ku ne Kurd e, bi dayîka min re bi Kurdî diaxive, ez pir kêfxweş dibim."
Ew di wê baweriyê de ye ku fêrbûna zimanê Kurdî ji bo her kesê ku ji dil bixwaze ne zehmet e.
"Ez pir kêfxweş im ku bûka Kurda me"
Dîrana 37 salî ku berê navê wê Helîm bû, bi kêfxweşî behsa jiyana xwe ya hevjîniyê ya bi Ferhad re dike.
Dîranê behsa çîroka xwe û Ferhad kir û got, "Ez keçeke Arnawidistanî me, bûka Kurda me, ez pir kêfxweş im, çimkî ez hez dikim fêrî Kurmancî bibim."
Dîranê behsa wê yekê dike ku Ferhad her tim jê dixwaze ku vegerin Kurdistanê û got, "Her ku derî vedike dibêje 'Em dê kengî biçin Kurdistanê?'"
Dîran ji ber sir û sermayê naxwaze di zivistanê de ew vegerin Kurdistanê û dibêje ya baş ew e ku di Newrozê de biçin Kurdistanê.
Dîranê berawirdiya cil û bergên Kurdan û Arnawidiyan jî kir û got, "Wekî mînak, cil û bergên Kurmancî di Newroz û dawetan de... yên me yek kiras û hinek zêr e lê li ba Arnawidiyan dema tu diçî dawetê cil û berg gelekî zêde ne."
Her wiha amaje bi wê yekê dike ku kevneşopiyên Kurdan û Arnawidiyan gelekî nêzîkî hev in.
"Zimanê Kurdî ji bîr nekin"
Ferhad ji Kurdên diyasporayê dixwaze ku zimanê Kurdî ji bîr nekin û got,"Wî tiştî bikin û li ser wê armancê bimeşin û zimanê Kurdî ji bîr nekin, bêyî ziman hûn nikarin.
Her kesê ku bixwaze dikare her dem fêrî Kurmancî bibe."
Ferhad û hevjîna wî bûn mêvanên bernameya "Diyaspora" ya Rûdawê û behsa çalakiyên xwe û bandora vîdeoyên xwe yên li ser torên civakî kir.
Ferat amaje pê kir ku di destpêkê de bi hinek zehmetiyan re rûbirû bûne û got, "Di destpêkê de zehmetî hebûn, çimkî min ji xizmên xwe re digot ku ez dixwazim keçeke Arnawid bînim, hinek Kurd ditirsiyan lê malbata min gelekî piştgirî da min."
Dîranê bi aramî û li ser xwe karî wan astengiyan derbas bike û xwe di dilê xizmên Ferhad de bi cih bike.
Ferhad behsa pêwendiya dayîka xwe û Dîranê jî kir û got, "Niha baştir e û dêya min gelekî jê hez dike û pêwendiyên wan gelekî baş in û ti pirsgirêkên wan nînin."
"Divê jina mirov şêrê mêrê xwe be"
Bi navê Şêrê keçeke Dîran û Ferhad heye. Ferhad derbarê navê keça wan Şêrê jî de axivî û eşkere kir ku nav ji aliyê xizmên Dîranê ve hatiye qebûlkirin û got, "Dema me navê wê kir Şêrê, Arnawidiyan pir jê hez kir.
Ew dibêjin divê her jin şêrê mêrê xwe be. Şêra min jî baş e, bi rastî jî şêr e."
Dîranê li ser ziyareta xwe ya ji bo Kurdistanê jî got, "Kurdistan gelekî xweş e û xelkê wê gelekî germ in, bi rastî cihekî xweş e û ji Arnawidistanê baştir e."
Bûka Kurdan behsa wekheviyên di navbera çanda Kurdan û Arnawidiyan jî kir û got, "Newroz û cejnên me wekî hev in, xwarinên me jî gelekî dişibin hev, wekî mînak goşt û birinc."
Ferhad her wiha behsa helwest û bertekên xelkê yên li ser vîdeoyên xwe û hevjîna xwe jî kir û got, "Piraniya şîroveyan erênî ne û gelek kes bi vê pêwendiyê kêfxweş dibin û dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin.
Bi rastî bi sed hezaran kes ji vîdeoyên me razî ne û şîroveyên baş ji me re şandine û ez pir kêfxweş im ku xelk ji zimanê Kurdî hez dike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse