Efaf Şêxmûs: Doza penaberiya Kurdên Rojavayê ji ya Ereban bihêztir e

08-11-2025
Hêmin Ebdullah
Efaf Şêxmûs\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Efaf Şêxmûs\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efaf Şêxmûs Almanya Penaberên Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Endama Encumena Biyaniyan a Herneyê ya Almanyayê Efaf Şêxmûs li ser pirsa vegerandina penaberên Sûriyeyê ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî.

Efafê pirsgirêka vegerandina bi zorê ya penaberên Sûriyeyê şîrove kir.

Siyasetmedara Kurd da zanîn ku ev pirs bûye mijareke germ û cihê dilgeraniyeke mezin û got, "Pirsa vegerandina penaberan pir zehmet e û demeke dirêj dixwaze.

Kesên ku xwedî rûniştina daîmî, mafê siyasî yan jî di kategoriya parastinê de ne di bin metirsiya vegerandinê de ne.

Pirsgirêk ji bo kesên ku ev cure mafê wan ê mayînê nîne çêdibe.

Di dema borî de deh penaberên Sûriyeyê ji bo welatê xwe hatin vegerandin lê ev tenê ji bo welatiyên Sûriyeyê bû, ne ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê bû."

Efafê da zanîn ku piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê ji bo Sûriyeyê, ev pirs gûrrtir bû.

Li gorî Efafê, daxuyaniyên Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ên ku digotin "Metirsî li ser Sûriyeyiyan nemaye" jî bandor li siyaseta Almanyayê kiriye.

Dadgeh û hikûmeta Almanyayê niha di wê baweriyê de ne ku êdî "metirsî li ser jiyana koçberên Sûriyeyê nîne" û ew dikarin vegerin.

Li gorî Efafê, parêzerên penaberan hewl didin dosyeyan biparêzin.

Parêzer di wê baweriyê de ne ku Sûriye êdî welatekî normal e û li wî welatî pere, kar, aramî û hikûmeteke fermî heye.

"Rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê cuda ye"

Parêzer pişta xwe bi van bingehan girê didin da ku biryara vegerandinê bê rawestandin.

Siyasetmedara Kurd Efafê derbarê penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê de jî got, "Rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê cuda ye.

Doza wan ji ya penaberên Ereb ên Sûriyeyê bihêztir e.

Piştî hatina hikûmeta nû ya Sûriyeyê, pirsgirêkên mezin hene û jiyana Kurdên Rojava di metirsiyê de ye."

Efafê eşkere kir ku vegerandina Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo Sûriyeyê pir zehmet e û wiha pê de çû:

Hikûmeta Almanyayê dizane ku metirsiyeke mezin li ser jiyana Kurdên Rojavayê Kurdistanê heye.

Bi taybetî li herêmên wekî Qamişloyê, hikûmeta Almanyayê Kurdan venagerîne.”

Li gorî Efafê lihevkirinên di navbera hikûmeta Sûriye û Rojava Kurdistanê jî dosyeyên vegerandina koçberan zehmettir dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst