Trump ji Rûdawê re axivî: Em dixwazin li Helebê aştiyê bibînin

11 demjimêr berê
Diyar Kurde
Trump ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Trump ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Trump Heleb Şer
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda da û xwest ku şerê li Helebê raweste.

Donald Trump îro beşdarî civîneke li gel birêvebirên kompanyayên petrol û gazê bû.

Trump pirsa me ya li ser şerê li Helebê bersivand.

"Em dixwazin aştiyê bibînin"

Donald Trump di bersiva xwe de diyar kir ku ew dixwazin alozî bi dawî bibin û got:

"Em dixwazin li Helebê aştiyê bibînin."

"Pêwendiyên me baş in"

Serokê Amerîkayê amaje bi pêwendiyên xwe yên li gel aliyan kir û got:

"Pêwendiyên me yên baş bi Kurd û hikûmeta Sûriyeyê re hene."

Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji 6ê vê mehê ve bi çekên giran êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dike.

Pirsa me û bersiva Trump bi vî rengî ne:

Rûdaw: Birêz Serok, gelo ti şîrove an berteka we li ser êrişên dawî yên komên hevpeymanên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser hêzên Kurd ên li Heleba Sûriyeyê heye ku bûye sedema kuştina bi dehan welatiyên sivîl û koçberbûna gelek malbatan? Gelo îdareya we dê aştiyê di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyeyê de pêk bîne?

Donald Trump: Ez dixwazim aştiyê bibînim, belê ez dixwazim. Wekî hûn dizanin, pêwendiyên me bi her du aliyan re, bi Kurdan û hikûmeta Sûriyeyê re, gelekî baş in. Ew di salên borî de dijminên xwezayî yên hev bûn lê em bi her du aliyan re baş in û em dixwazin serkeftina Sûriyeyê bibînin.

Heta niha ez bawer im ku ew serkeftî bûn lê ev (alozî) nû derketiye û em dixwazin were rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst