Li Nîjeryayê qeza, 30 kes mirin

09-02-2026
Nîşan Nîjerya Qeza Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kanoyê ya Nîjeryayê di qezayeke trafîkê de 30 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Kanoyê, li herêma Kwanar Bardeyê otobuseke rêwiyan ji ber ajotina bêserûber qulibiye.

Di qezayê de 30 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Kanoyê Abba Yûsif qeza bi rengê “dilşewat” û “windahiyeke mezin” bi nav kir û sersaxî ji malbatên miriyan re xwest.

Wî bangî ajokaran kir ku bi baldarî biajon û pêbendî rêzikên trafîkê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Neteweyên Yekbûyî dengdan hat kirin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw

Biryara dîrokî ya Neteweyên Yekbûyî: Koletiya çermreşan tawana herî mezin e

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryareke dîrokî, koletiya çermreşan a ku bi sedsalan berdewam kiribû, wekî tawana herî mezin a li dijî mirovahiyê nas kir