Amerîkayê herî kêm 67 hezar koçber dersînor kirin: ‘Êdî hêvî nemaye’

09-05-2025
RÛDAW
Xelk xwenîşandanê dike / Wêne: Ji ber dîmenan
Xelk xwenîşandanê dike / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Amerîka Vegerandina Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Newarkê yê eyaleta New Jerseyê ya Amerîkayê, hejmarek Amerîkî li dijî biryara birêvebiriya Trump a vegerandina koçberan kom bûn.

Koçbereke Kolombiyayî ya li ser sînorê Meksîka û Amerîkayê got, “Êdî hêvî nemaye.”

Parêzgarê Newarkê Ras Baraka li ser xwenîşandanê anî ziman:

“Gelek kes, ew ên ku li bajaran dixebitin jî ditirsin, ji ber ku ew dibînin ku birêvebiriya Trump dadgeran jî desteser dike.

Dema ku xelk dibînin dadger têne desteserkirin, difikirin û dibêjin, em jî dê rojekê werin desteserkirin.

Ez naxwazim xelkê bixim metirsiyê, lewma ez li gel wan hatim vê derê.”

Kombûna Amerîkiyan piştî wê hat kirin ku hikûmetê biryar daye navendeke vegerandina koçberan li bajêr veke ku cihê hezar kesî tê de dibe.

Xelk dibêje koçber piştê aboriya bajêr in û bi vegerandina wan dê zerer bigihêje bajêr.

"Em li vir westiyan"

Ji wê dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî ve, kampanyaya vegerandina koçberan dest pê kiriye û ji bo wê jî 14 navendên vegerandinê hatine vekirin.

Amerîkayê sînorê Meksîkayê jî kiriye devereke leşkerî û rê nade ku koçberek jî derbasî Amerîkayê bibe.

Piraniya koçberên ku li ser sînor in ji niyeta çûyîna Amerîkayê bêhêvî bûne û beşek ji wan jî biryara vegerê daye.

Yamarlis Voelvaya koçbereke ji Kolombiyayê ye û li ser sînorê Amerîkayê ye got:

“Em êdî li vir namînin, êdî namînin. Em li vir westiyan, hêviya me nemaye, em vê derê bi cih dihêlin.”

Ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî ve, 158 hezar koçber hatine desteserkirin û ji wê hejmarê zêdetirî 67 hezar ji wan hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst