Li Amerîkayê xwenîşandanên ji bo penaxwazan tundtir dibin

09-06-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Penaxwaz Xwenîşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê xwenîşandanên li dijî desteserkirina penaxwazan tundtir dibin.

Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump du hezar nobetdarên niştîmanî li bajarê Los Angelesê yê wilayeta Californiyayê hatin belavkirin.

Armanca vê pêngavê jî bidawîanîna wê aloziya ku 6ê vê mehê di navbera penaxwaz û hêzên ewlehiyê de derketiye.

Xwenîşander Estrellazul Corral got:

“Trump hewl dide me wekî fitneçî û talançî pêşan bide, lewra nobetdarên niştîmanî hatine belavkirin lê em bêdeng nabin heta hemû penaxwazên desteserkirî neyên berdan.”

Sala 1807an  Yasaya Rûbirûbûna Dijayetiya Dewletê li Amerîkayê hat derxistin ku rê dide serokê welat hêzên çekdar belav bike û dawiyê li aloziyên ser cadeyan bîne.

 Cara dawî ev yasa sala 1992yan ji aliyê Serokê 41emîn  ê Amerîkayê George Bush ve hat bikaranîn.

Lê Trump ev yasa bi kar neanî û li cihê wê benda 10ê ya Yasaya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê aktîv kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Em hêzan li her cihekî belav dikin û rê nadin bi wî awayî êrîş li ser welatê me bê kirin.

Pîvana min ji bo şandin an neşandina hêzên leşkerî ji bo ser cadeyê asta metirsiyan e, eger bilind bû êdî divê hêzê bişînin.”

Amerîka welatekî federalî ye û li gorî yasayên wê fermana belavkirina hêzên leşkerî li nav wilayetan di destê hakimên welayetan de ye.

Hakimê Californiya û Şaredara Bajarê Los Angelesê ku Trump wan wekî nehêja binav dike, her du ser bi Partiya Demokrat in.

“Ev alozî ji ber îdareya Trump derketiye”

Şaredara Los Angelesî Karen Bassê got:

“Tişta hûn li Los Angelesê dibînin, ev alozî ji ber îdareya Trumpê Komarî derketiye.

Dema tu êrişî xelkê dikî, bi hêzê dan û standinê li gel wan dikî tu tirsê belav dikî û nerazîbûnan jî li pey xwe tîne, ji her tiştekî jî xirabtir belavkirina nobetdarên niştîmanî ye ku di bingeh de di desthilata wilayetan de ye.”

“Armanc çêkirina krîzê ye”

Hakimê wilayeta Californiyayê jî got, “Trump bo wê yekê hêz neşandiye da ku erkekî bi cih bike ku li wilayetê û ji aliyê berpirsên wê ve tê bicihkirin lê armanc ji şandina hêzê çêkirina krîzê ye.”

Trump ferman ji bo berpirsên Rêveberiya Koç û Gumrikê ya Los Angelesê derxistiye, rojane bi kêmanî 3 hezar penaxwazan desteser bikin ku bi awayekî neyasayî çûne nav welat.

Lê kampanya hêzên ewlehiyê penaxwazên yasayî û heta zarokên wan jî li xwe girtiye ku piraniya wan ji nifşê nû yên penaberên Latîn in û li Amerîkayê ji dayîk bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst