Leverkusen (Rûdaw) - Kurdên li bajarê Leverkusenê yê Almanyayê, bi lîsteyeke yekgirtî ya bi navê "Yekbûn"ê beşdarî hilbijartinên Meclisa Entegrasyonê dibin.
Lîsteya ku ji Kurdên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê pêk tê, ji aliyê çar komeleyên Kurdî ve tê piştgirîkirin û bi hêviyên mezin ketiye pêşbirkê.
Hilbijartinên şaredariyan û encûmenên entegrasyonê dê di 14ê Îlonê de li seranserê Herêma Nordrhein-Westfalenê bên lidarxistin.
"Zimanê me hebûna me ye"
Ezîza Mihemed yek ji namzedên ciwan ên Lîsteya Yekbûn e. Armanca wê ya sereke ew e ku zimanê Kurdî li dibistanên Almanyayê bi awayekî fermî bê dayîn.
Azîza Mihemed derbarê armancên xwe de got, "Xweş e ku em zimanê dayika xwe Kurdî li dibistanan hîn bibin.
Ez wekî ciwaneke ku li Almanyayê dijîm dixwazim ku Kurdî li dibistanan bê dayîn. Zimanê me hebûna me ye."
"Em dê alîkariya ciwanên Kurd bikin"
Yûsif Ehmed ê ku bavê du zarokan e jî bi hêviyeke mezin xwe kiriye namzed.
Ew jî dixwaze çand û zimanê Kurdî li Almanyayê bi pêş bixe û ciwanan ji rêyên xerab biparêze.
Yûsif Ehmed wiha armancên xwe wiha anîn zimên:
"Malbata min heye, keçika min 8 salî ye û kurê min 2 salî ye. Li malê kultur û zimanê Kurdî li cem me gelekî taybet e.
Ez dixwazim hemû hevwelatiyên Kurd ên li Leverkusenê piştgiriya me bikin da ku em karibin zimanê Kurdî û kultura Kurdî bi pêş bixin.
Em karibin li Leverkusenê alîkariya ciwanên Kurd bikin ku dûrî tiştên xerab bikevin.”
Xebatên ji bo hilbijartinê li her derê bajêr dewam dikin.
Yek ji wan cihan jî sereterşxaneyên Kurdan e.
Berber Mihemed bang li Kurdên Leverkusenê kir ku piştgiriyê bidin lîsteya xwe û got:
"Ez dixwazim di hilbijartinên 14ê Îlonê de dengê xwe bidim lîsteya YEKBÛNê.
Ez dixwazim miletê Kurd ê li Leverkusenê jî dengê xwe bide lîsteya YEKBÛNê."
Li gorî texmînan, tê çaverêkirin ku di navbera 5 - 7 namzedên Kurd de karibin serkeftinê bi dest bixin û bibin endamên Meclisa Biyaniyan a Leverkusenê.
Meclis bi giştî ji 34 kursiyan pêk tê ku 25 ji wan bi hilbijartinê û 9 jî ji aliyê partiyên siyasî ve tên destnîşankirin.
Li Herêma Nordrhein-Westfalenê nêzîkî 13 milyon û 700 hezar kes xwedî mafê dengdanê ne û di nav lîsteyên cuda de gelek namzedên Kurd hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse