Hewlêr (Rûdaw) - Paris Saint-Germainê (PSG) di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Bayer Leverkusen 7-2 têk bir.
Bayer Leverkusen û PSG di hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de hatin pêşberî hev.
PSGyê bi lez dest bi maça ku li BayArenayê hat lîstin kir û hîn xuleka 7an bi gola Pacho ket pêş.
Leverkusenê xuleka 25an penaltiyek stand lê nekir gol.
Xuleka 33yan de Robert Andrichê ji Leverkusenê û xuleka 37an jî Illia Zabarnyiyê ji PSGyê karta sor dît.
Leverkusenê vê carê xuleka 38an bi penaltiya Aleix Garcia û encam kir 1-1 lê piştî vê golê tîma mêhvan li xwe sor kir.
Şagirtên Luis Enrique bi golên Desire Doue yên di xulekên 41 û 45+3an de û gola Khvicha Kvaratskhelia ya di xuleka 44an de, di nava 7 xulekan de 3 caran tor hejandin û nîvê yekem 4-1 qediya.
Tîma Fransayê weke bayê reş dest bi nîvê duyem jî kir û xuleka 50î bi gola Nuno Mendes encam kir 5-1.
Tîma Almanyayê piştî 4 xulekan bi gola Aleix Garcia bersiv da û ferq careke din daxist 3 golan.
Lê xuleka 66an lîstikvanê xwedî “Ballon d'Or”ê Ousmane Dembele derket ser dikê û tor hejandin û encam kir 6-2.
Vitinha xuleka 90î gotina dawî kir û bi gola xwe encama maçê diyar kir: 7-2.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse