Starmer û Ebas li Londonê civiyan

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mehmûd Ebas Keir Starmer Xeze Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas li Londona paytexta Brîtanyayê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê ya Brîtanyayê di civîna Ebas û Starmer de rewşa dawî ya Xezeyê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du aliyan "rewşa li Xezeyê ya ku nayê qebûlkirin" gotûbêj kiriye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê ji bo bidawîkirina êş û xelaya li Xezeyê çareseriyek were dîtin.

Her du aliyan her wiha tekez kiriye ku divê agirbest bi lez dest pê bike, dîl werin berdan û alîkariyên mirovî bi awayekî berfireh bên zêdekirin.

Starmer tekezî li ser hewlên Brîtanyayê yên ji bo aştiyeke mayînde ya li herêmê kir û eşkere kir ku ew di vî warî de bi hevkarên xwe re dixebitin.

"Eger Îsraîl rêya xwe neguhere..."

Serokwezîrê Brîtanyayê her wiha diyar kir ku ew hewlên Ebas ên ji bo reforma birêvebiriya Filistînê bi qîmet dibîne.

Ebas jî da zanîn ku ew ji gotina Starmer a “Eger Îsraîl rêya xwe neguhere, em dê Dewleta Filistînê nas bikin” kêfxweş bûye.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku di paşeroja Filistînê de cihê Hemasê tune.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst