TAYBET: ‘Mûşekên Îranê heta bi Ewropayê diçin’

2 demjimêr berê
Niyaz Mistefa
Nîşan Îran Ewropa Mûşek Uranyum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke dîplomatîk a Ewropayî ji Rûdawê re ragihand, mûşekên Îranê digihin Ewropayê jî.

Çavkaniyeke dîplomatîk a Ewropayî di bersiva pirsa me ya derbarê pêbendbûna Îranê ya bi daxwazên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) de ragihand:

"Îran binpêkirina pêbendiyên xwe yên navneteweyî didomîne.

Hîn pişkinêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê venegeriyane navendên nukleer ên hestyar ên Îranê û çarenivîsa wê uranyuma ku bi rêjeya ji sedî 60 hatiye meyandin nehatiye piştrastkirin.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê êdî nikare derbarê xwezaya bernameya nukleer a Îranê piştrastiyê bide civaka navneteweyî."

Şerê 12 rojî û bandora wî

Hezîrana îsal bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê re şerekî 12 rojî dest pê kir.

Amerîkayê di dema şer de êrişî navendên nukleer ên Netenz, Fordo û Îsfehanê kir da ku jêrxana nukleer a Îranê wêran bike.

Îran û Amerîka beriya şer li ser bernameya nukleer di gotûbêjan de bûn lê diyalog ji ber şer rawestiya.

Her wiha Îranê piştî şer hevahengiya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re rawestand.

Heman çavkaniyê li ser bandora vî şerî da zanîn:

"Êrişa Hezîrana îsal ziyaneke zêde gihand bernameya nukleer a Îranê.

Tenê bi destpêkirina hevahengiya di navbera Îran û Ajansê de mirov dikare lêkolîneke tam li ser rewşê bike."

Divê were bibîrxistin ku beriya şer, di destê Îranê de zêdetirî 400 kîlogram uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 meyandî hebû.

Amerîka û hevpeymanên wê dibêjin ew uranyum hatiye tunekirin lê Îran tenê dibêje ziyan gihiştiye navendan û behsa nemana uranyumê nake.

Çareseriya dîplomatîk û gefa sizayan

Çavkaniya dîplomatîk a Ewropayî di heqê helwesta piştî niha de jî ev agahî dan:

"Helwesta me ya berdewam ew e ku tenê çareseriya dîplomatîk dikare krîza nukleer a Îranê çareser bike."

Çavkaniyê bangî Îranê kir ku ji bo lihevkirineke bihêz û demdirêj vegere ser maseya dan û standinan lê hişyarî jî da û got:

"Eger Îran zêdekirina rageşiyan bidomîne, em amade ne sizayên din bisepînin."

Rayedarên Îranê jî bi berdewamî diyar dikin ku ew ji bo dan û standinan amade ne lê qebûl nakin ku Amerîka û Ewropa mercan deynin ber wan.

Mûşekên Îranê

Yek ji mijarên din ên ku welatên Rojavayî bi giringî lê dinêrin bernameya mûşekên balîstîk a Îranê ye.

Çavkaniya me ya ku nexwest em navê wê eşkere bikin li ser metirsiya wê bernameyê ya li ser welatên Ewropayê got:

"Di bernameya mûşekên balîstîk a Îranê de hinek mûşek hene ku dikarin bigihijin parzemîna Ewropayê.

Îranê wekî piştevaniyeke rasterast a di şerê li hemberî Ukraynayê de bi sedan mûşekên balîstîk şandine Rûsyayê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst