Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek endamên Kongresa Amerîkayê ji ber êrîşên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê pêşnûmayek ferzkirina sizayan li djiî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û çend wezîrên wî welatî amade kirin.
Endamên partiyên Cemhûrî û Demokartîk ên di Kongresa Amerîkayê de ji ber êrîşên li ser rojhilatê Firatê pêşnûmayek li djiî Erdogan û wezîrên wî amade kirin ku çend sizayan curbicur lixwe digire.
Endamên Kongresa Amerîkayê Lindsey Graham û Chris Van Hollen pêşnûmaya ku li ser navê endamên herdu partiyan Komarî û Demokratîk ên Amerîkayê amade kirine li ser medyaya civakî belav kirin.
Ev pêşnûmay hate amadekirin, cemidandina pereyên Erdogan û wezîrên berevaniyê, derve, aborî û û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê û herwiha rêgirtinali ber çûna wan a Amerîkayê lixwe digire.
Di pêşnûmayê de tê xwestin ku alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji Tirkiyê re bê rawestan û ceza li hemû aliyên ku parçeyên leşkerî, madî, manewî, teknîkî yan jî pere didin an difroşin Tirkiyê ferz dike.
Senatorê Komariyan Lindsey Grahamherwiha bi rêya twîtekê hişyarî da Tirkiyê û ragihand ku divê Tirkiye li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê operasyonên leşkerî encam nede û dibêje, tu lampên kesk ji Tirkiyê re nehatine pêxistin ku wê operasyonê encam bide.
Graham dibêje, di nava Kongrêsa Amerîka de jî yekdengiyek li dijî wê operasyonê heye û divê Tirkiye jî wê yekdengiyê weke xeteke sor bibîne û wê xeta sor derbas neke.
Senatorê Amerîka got, eger Tirkiye dixwaze wê peywendiya zirav ligel Amerîka qut bike, wê demê bila axa Sûriyê dagir bike. Graham di heman demê de hashtagek ji bo Kurdan jî li gel Twîtta xwe danî ye.
I am pleased to have reached a bipartisan agreement with Senator @ChrisVanHollen on severe sanctions against Turkey for their invasion of Syria.
— Lindsey Graham (@LindseyGrahamSC) October 9, 2019
While the Administration refuses to act against Turkey, I expect strong bipartisan support. pic.twitter.com/Ph5fIVt7k3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse