HAT NÛKIRIN - Rûsyayê Kyiv bombebaran kir: Kuştî û birîndar hene

10-10-2022
RÛDAW
Nîşan Kyiv Ukrayna Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Wezîrê Navxwe yê Ukraynayê di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de got, “Di encama bombebarana di demjimêr 08.45an ya li navçeya Shevchenskivsky de 8 kesan canê xwe ji dest dan, 24 kes birîndar bûn, 6 otomobîl şewitîn û zêdeyî 15 otomobîlan xisar dîtin.”

Kyiv a paytexta Ukraynayê îro Duşemê 10 Cotmeha 2022an ji aliyê Rûsyayê ve hate bombebarankirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de bertekên tund nîşanî bombebaranê Rûsyayê ya li dijî Kyiv a paytexta Ukraynayê da.

Volodymyr Zelenskiy got, “Di roja 229an a şer de hewl didin me tune bikin, me ji ser rûyê erdê biqedînin. Li Zaporizhia xelkê ku di malên xwe de radizan û li Kyivê jî yên ku diçûne ser karên kuştin. Mixabin kuştî û birîndarên me hene. Ji kerema xwe re ji stargehan dernekevin.”

Şaredarê Kyvê Vitaliy Klichko jî ragihand ku li navenda bajêr teqîn çêbûne û anî ziman, “Paytext di bin êrîşa terorîstên Rûsyayê de ye. Li navenda bajêr li navçeyên Shevchenskivsky û Solomyan mûşek li navenda bajêr ketin. Hişyariya hewayî heye û ji ber vê yekê xeterî dewam dike. Ez bang li hemû niştecihên paytext dikim: Di dema alarmê de li sitargehan bimînin. Heger pêdiviyeke bilez nebe, çêtir e ku îro neçin bajêr.”

Vitaliy Klichko diyar kir  ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li cihên teqînan dewam dikin û got, “Cadeyên navendî yên Kyivê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji çûnûhatinê re hatin girtin.”

Li gorî nûçeyên çapemeniya Ukraynayê, li Kyiv a paytexta Ukraynayê di êrîşa mûşekî ya hêzên Rûsyayê de 3-4 teqîn pêk hatin.

Hat diyarkirin ku mûşek 1-2 kîlometre nêzikî Ofîsa Serokatiya Ukraynayê ketine.

Herî dawî Ukraynayê li dijî Pira Kerçê ya ku wek sembola dagirkirina Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve tê dîtin, êrîşek pêk anîbû. Piştî êrîşa Pira Kerçê ya li Kirimê aloziyên di navbera Rûsya û Ukraynayê de dîsa dest pê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst