Li Amerîkayê ji ber girtina hikûmetê bi hezaran geştên asmanî tên betalkirin

10-11-2025
Nîşan Amerîka Girtina Hikûmetê Betalkirin Geştên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê ji ber ku hikûmet ev 40 roj in girtî ye, di çalakiyên asmanî de astengî berdewam dikin û hejmara geştên ku rojane tên betalkirin ji 2 hezar û 700î derbas bûye.

Roja yekşemê li Amerîkayê zêdetirî 2 hezar û 700 geştan hatin betalkirin.

Li gorî malpera “FlightAware”yê ya ku geştên li welêt dişopîne, tenê yekşemê nêzîkî 10 hezar geşt bi derengî ketine.

Roja înê zêdetirî hezar û şemiyê jî zêdetirî hezar û 500 geştan hatibûn betalkirin.

Li aliyê din, Wezîrê Veguhastinê yê Amerîkayê Sean Duffy diyar kir ku eger girtina hikûmetê berdewam bike, dibe ku hatin û çûyîna asmanî ya Amerîkayê bi awayekî berbiçav kêm bibe.

Duffy hişyarî da ku bi kêmkirinên zêdetir, dibe ku geşt heta ji sedî 20î kêm bibin.

Kêmbûna hejmara kontrolorên trafîka asmanî yên ku ji ber girtina hikûmetê li ser kar in, wekî sedema sereke ya betalkirina geştan tê nîşandan.

Şirket jî berpirsiyariyê diavêjin ser hikûmet û Kongreyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst