Hikûmeta Brîtanyayê: Em vîzeya kar didin pisporên 82 pîşeyan

11-10-2025
Hêmin Ebdullah
Cadeyeke Brîtanyayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Cadeyeke Brîtanyayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Brîtanya Bextiyar Mam Şêx Partiya Karkeran a Brîtanyayê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Brîtanyayê, di rojên borî de her du partiyên mezin, ango Partiya Karkeran (Labour) a desthilatdar û Partiya Mihafezekar (Conservatives) a mixalefetê ye, kongreyên xwe li dar xistin.

Her du kongre di bin zextên roj bi roj zêde yên tevgerên dijî-koçberiyê yên nav Brîtanyayê de hatin lidarxistin.

Ji ber vê yekê, di biryarên wan de diyar bû ku ji bo aramkirina kolanên Brîtanyayê diviyabû biryarên tundtir derbarê koçberiyê de bidin.

Ji aliyekî din ve, Komîteya Şêwirmendiyê ya Koçberiyê ya dewleta Brîtanyayê lîsteya 82 pîşeyan belav kiriye ku pisporên wan dikarin ji bo wergirtina vîzeya kar li Brîtanyayê werin wî welatî û kar bikin, bi wê mercê ku vîzeyên wan ji bo çend salan bin û neyên guhertin bo mafê mana daîmî.

Li ser van guhertinan, Bextiyar Mam Şêx mêvanê Diyasporayê bû ku yek ji Kurdên herî naskirî di nav Partiya Karkeran a desthilatdar de ye.

Wî bal kişand ser guhertinên nû yên yasaya koçberan li Brîtanyayê û bandora partiyên rastgir li ser van guhertinan şirove kir.

Li gorî gotinên Mam Şêx, ji ber yasa û guhertinên nû, her kesê heta eger mafê manê li Brîtanyayê wergirtibe jî, nikare hevjîn û zarokên xwe bîne wî welatî.

Ev jî berhema bandora Partiya Reformê ye ku partiyeke rastgir e û serokê wê Nigel Farage e.

Nigel Farage ku berê parlamenterê Brîtanyayê û nûnerê Brîtanyayê li Yekîtiya Ewropayê bû, niha careke din li gel sê kesên hemfikrê xwe bûye endamên parlamentoya Brîtanyayê.

Mam Şêx amaje bi wê yekê kir ku Farage karîbû bi dirûşmên dijî-koçberan gelek dengan bi dest bixe û xelkê teşwîq bike ku li dijî koçberan rawestin.

Nigel Farage heman siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump dişopîne.

Bextiyar Mam Şêx, ku serkirdeyekî Partiya Karkeran e, behsa guhertina nêrîna Brîtanyayiyan a derbarê koçberan kir ku ji ber rastgiran çêbûye û got: "Par, di meha tîrmehê de, hilbijartinên parlamentoya Brîtanyayê hatin kirin.

Partiya ku ez tê de endam im, Partiya Karkeran karî du ji sê parên dengan bi dest bixe û zêdetirî 400 kursî ji 650 kursiyan bi dest xist.

Eger niha hilbijartin careke din bên kirin, partiya min ji 100 kursiyan zêdetir bi dest naxe û Partiya Mihafezekar jî ku niha xwediyê 170 kursiyan e, ew jî dê gelek kursiyan winda bikin.

Sedema wê jî ew e ku em ne dijî-koçber in û li hember wê, dengên dijî-koçberan gelekî zêde bûne."

Serkirdeyê Partiya Karkeran eşkere kir ku di van rojên dawî de navendekê rapirsiyek pêk aniye û pêşbînî dike ku eger hilbijartineke pêşwext were kirin, Partiya Reformê dê zêdetirî 370 kursiyan bi dest bixe. Ev jî ji ber rola medyayê û handana xelkê Brîtanyayê ye ku li dijî koçberan rawestin.

Serokê Partiya Reformê Nigel Farage di meha îlonê ya îsal de di dema kongreya partiya xwe de ragihand û soz da ku eger di hilbijartina bê de bi ser bikeve, di nav pênc salên desthilata xwe de dê zêdetirî 900 hezar koçberên ku mafê mana daîmî li Brîtanyayê nestandine dersînor bike.

Bextiyar Mam Şêx pêşniyar dike ku Kurdên Brîtanyayê beşdarî karê siyasî bibin û bibin endamên partiyan û propagandaya wan bikin da ku ew partî bi hemû şiyana xwe piştgiriya wan bikin.

Siyasetnedarê Kurd Mam Şêx di wê baweriyê de ye ku di hilbijartina bê de ti partî bi serê xwe nikare dengên pêwîst bi dest bixe, ji ber vê yekê pêwîst e hevpeymanî bên avakirin.

Bextiyar Mam Şêx got, "Ez bawer im Partiya Mihafezekar û Partiya Karkeran dikarin bi hev re hikûmetê ava bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst